Komîteya Girtî û Windahiyan ya li Rojavayê Kurdistanê: 628 kes winda ne û 138 girtî ne
Kurdistan 01:08 PM - 2026-07-30
PUKMEDIA
Daxwaza berdana girtiyan
Komîteya Girtî û Windahiyan ya li Rojavayê Kurdistanê eşkere
kir ku 628 kes di nava lîsteya windayan de ne, û tekez kir 138 ji wan di
girtîgehên li Idlib, Reqa, Dêrazor, Heleb, Munbic û Himsê de hatiye
piştrastkirin ev yek jî piştî bûyerên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di
serê vê salê de dîtin, hatiye.
Komîteyê da xuyakirin ku hejmara windayan gihiştiye 628
kesan, di heman demê de wê karîbû hebûna 138 kesên ku di girtîgehên Hikûmeta
Demkî de li bajarên Idlib, Reqa, Dêrazor, Heleb, Munbic û Himsê hatine girtin,
piştrast bike.
Li gorî agahiyên ajansa ANHA`yê, doza windayan vedigere ser
bûyerên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarê Helebê di navbera 6 û 29ê
Kanûna Pêşîn a 2026an de dîtin.
Li gorî gotina komîteyê, di wê demê de êrîş li ser taxên Şêx
Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê
pêk hatin, ev yek jî hevdem bû bi ji nû ve bicihbûna Hêzên Sûriya Demokratîk
(HSD) ji herêma Dêr Hafir re, ku di dema vê ji nû ve bicihbûnê de rastî şer û
pevçûnan hatibûn.
Komîteyê zêde kir ku di encama wan bûyeran de hejmarek ji
şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Yekîneyên
Parastina Jin (YPJ) ketine destê û girtî ne di demê de ku çarenûsa bi sedan
kesên din heta niha nayê zanîn.
PUKMEDIA/ANHA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

