Nûnerê Qubad Talebanî alîkariya pijîşkî digihîne Nexweşxaneya Hîwa

Kurdistan 12:12 PM - 2026-07-30
Rêveberê nexweşxaneya Hîwa Yad Neqişbendî PUKMEDIA

Rêveberê nexweşxaneya Hîwa Yad Neqişbendî

Nûnerê Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêmê, hin derman û pêdiviyên pijîşkî pêşkêşî Nexweşxaneya Hîwa kir û rêveberê nexweşxaneyê jî ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Rêveberiya Giştî her dem piştgiriya Nexweşxaneyê dikin.

Îro di 30ê 7a 2026an de, Aram Qizlerî nûnerê Qubad Talebanî serdana Nexweşxaneya Hîwa kir û tevî ku spasiya rêveber, pijîşk, xwebexş û karmendên nexweşxaneyê kir, bireke baş derman û pêdiviyên pijîşkî pêşkêşî Nexweşxaneyê kir.
Wî her wiha got: Ez daxwaz ji sermayedar û xwediyên kampaniyên dermanan dikim ku alîkariya Nexweşxaneya Hîwa û nexweşên penceşêrê bikin.

Dr. Yad Neqşbendî, Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Rêveberiya Giştî her dem piştgiriya Nexweşxaneya Hîwa û xwebexşan dikin û zêdetirî 300 xwebexş li ser wê budçeya ku Rêveberiya Giştî ji bo wan veqetandiye kar dikin.
Wî da xuyakirin ku ew di xizmetê de berdewam in û di pêşerojeke nêzîk de dê çendîn corên din ên proseya zanistî ji bo nexweşên penceşêrê pêk bînin, bi taybetî çandina mêjiyê hestî (mox), di demekê de ku Nexweşxaneya Hîwa tenê nexweşxane ye li ser asta Îraqê ku xizmeta nexweşên thalassemiya dike.
Dr. Yad Neqşbendî her wiha got: Em spasiya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêmê dikin û hewldanên wî yên ji bo piştgiriya Nexweşxaneya Hîwa û nexweşên penceşêrê bilind dinirxînin.
Wî destnîşan kir ku Nexweşxane milkê gele û em hêvîdar in ku hemû alî alîkar bin, em soz didin ku li ser rêça xizmetkirina nexweşên penceşêrê berdewam bin û em ê nehêlin ti nexweşekî penceşêrê li Herêm û Îraqê bê çareser bimîne.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket