Bi zextê nirxê benzînê li Silêmaniyê tê giran kirin
Kurdistan 10:48 AM - 2026-07-30
PUKMEDIA
benzîn
Bihayê benzînê li parêzgeha Silêmaniyê jî wekî parêzgehên
Hewlêr û Duhokê bilind bû, û pisporê warê enerjiyê jî dibêje ku zext li ser
benzînxaneyên Silêmaniyê hatiye kirin da ku wekî wê her du parêzgehên din
bihayê benzînê gran bikin.
Behjet Ehmed, pisporê warê enerjiyê û peymanên petrol û
gazê, ji PUKMEDIAyê re ragihand: Zext li ser benzînxaneyên sînorê parêzgeha
Silêmaniyê hatiye kirin da ku wekî parêzgehên din ên Herêmê bihayê benzînê bê
gran kirin. Ev jî di demekê de ye ku berê ji bo sê rojan hatina benzîna
bazirganî ya Lanaz û Kar bo Silêmaniyê hatibû rawestandin.
Serê sibê ya îro bihayê benzînê li parêzgeha Silêmaniyê hate
giran kirin, lîtreyek benzîna sûper bû 1.700 dînar, lîtreyek benzîna muhesen jî
1.550 dînar, di heman demê de lîtreyek benzîna normal jî bû 1.200 dînar, di
demekê de ku berê bihayê her yek ji van corên benzînê 100 dînêr erzantir bû.
Derbarê vê yekê de jî, Behjet Ehmed got: Çend roj in
rêgirtin li ser şandina benzînê bo Silêmaniyê tê kirin, ev yek bûye sedem ku
bihayê her lîtreyek benzînê 100 dînar bilind bibe û pêwîste rêveberiya
Silêmaniyê hewldanên xwe bide da ku rê li ber bilindbûna zêdetir a bihayê
benzînê li Silêmaniyê bê girtin.
Ji ber rawestandina karê Dana Gasê, ev nêzîkî mehekê ye ku
bihayê sotemeniyê li Herêma Kurdistanê giran bûye û li parêzgehên Hewlêr û Duhokê
qeyrana benzîn, gaz û sotemeniyên din derketiye holê, û welatiyên bajarê
Hewlêrê ji bo benzînê diçin bajarokên Koye û Ranya. Herçend e bi awayekî kêmtir
bihayê benzînê li parêzgeha Silêmaniyê bilind bibû, û di heman demê de ji ber
wî planê ku ji aliyê rêveberiya bajêr ve hatibû danîn, qeyrana sotemeniyê wekî
parêzgehên Hewlêr û Duhokê çênebû, lêbelê di vê demê de hewldanek heye ji bo ku
qeyran berê xwe bide parêzgeha Silêmaniyê jî û bihayê sotemeniyan wekî Hewlêr û
Duhokê lê bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê gera duyemîn a lîstikên cîhanî yên robotan birêve diçe
11:28 PM - 2026-08-24 -
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
10:48 PM - 2026-08-24
Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
09:44 PM - 2026-08-24
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
07:57 PM - 2026-08-24
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
05:08 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
Kurdistan 07:57 PM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24 -
Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
Cîhan 10:48 PM - 2026-08-24






Aplîkêşin

