Amerîka û Siûdiyê êrîşeke hevpar birin ser baregehên Heşda Şeibî
Êraq 09:24 AM - 2026-07-29
PUKMEDIA
Navenda Heşda Şeibî
Desteya Heşd Şeibî îro Çarşemê ragihand ku çend baregehên wê
rastî êrîşên hêzên Amerîkî û Siûdî hatine, û tekez kir ku li gorî agahiyên destpêkê
di encama van êrîşan de çend kes mirin û hinek jî birîndar bûne, di
heman demê de ev armanckirin wekî pêngaveke metirsîdar û binpêkirina serweriya Îraqê
hate binavkirin.
Desteyê di daxuyaniyekê de got: Hejmarek ji baregehên fermî
yên Desteya Heşd Şeibî li deverên cuda yên Îraqê rastî êrîşên hêzên Amerîkî û
Siûdî hatin, û di encamê dehejmarek kştî û birîndar ketin ji bilî ziyanên madî
yên li çend avahî û malan.
Daxuyaniyê amaje bi wê kir: Em vê armanckirinê wekî
pêngaveke pir metirsîdar, binpêkirina serweriya Îraqê û êrîşeke li ser saziyên
wê yên ewlehiyê yên fermî dibînin, û tekez kir ku "aliyên peywendîdar
rewşê li qadê dişopînin, di heman demê de karên jimartina ziyan û nirxandina
wan hê jî berdewam in.
Wê da xuyakirin ku "dê nûçe û hûrgiliyên fermî yên herî
dawî piştî temambûna agahiyan bi rêya daxuyaniyên fermî yên Desteya Heşda Şeibî
re bên ragihandin ji bo raya giştî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

