Îran:Ji bo vekirina rêyekê li Kendava Hormuzê em di diyalogê de ne

Cîhan 11:30 PM - 2026-07-28
 Alên Uman û Îranê Medya

Alên Uman û Îranê

Cîhanî

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê radigihîne:Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku danûstandinên di navbera welatê wî û rayedarên Umanê de tenê li ser mijara Kendava Hormuzê ne, û lê zêde kir ku hevdîtinên ji bo vekirina korîdoreke demkî berdewam dikin.

Kazim Xerîb Ebadî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, diyar kir: Emê di bin ti şert û mercî de rêya başûrê Umanê ya li Kendava Hormuzê pesend nekin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê helwesta welatê xwe ya derbarê peymaneke muhtemel a bi manê re eşkere kir: Eger Uman bi pêşniyara me ya derbarê rêyên deryayî de pesend neke, wê demê Kendava Hurmuzê dê girtî bimîne.

Kazim Xerîb Ebadî tekez kir: Sîstem û yasaya Kendava Hormuzê di dema şer û aştiyê de cuda ne, û di dema şer de kontrola me ya tam li ser kendavê heye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket