Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
Kurdistan 04:43 PM - 2026-07-28
PUKMEDIA
Logoya Wezaretê
Wezîrê Samanên Xwazayî yê bi wekalet serperiştiya civîneke Rêveberiya Neft û Kanzayan a ser bi wezaretê
kir ji bo dabînkirina benzînê, çavdêrîkirina bihayan û çareserkirina pirsgirêka
kêmbûna benzînê û çend biryar dan.
Naveroka biryarên Wezareta Samanên Xwazayî:
Yekem: Wezareta Samanên Xwazayî hemû hewlên xwe dide bi mebesta
zêdekirina para Hikûmeta Herêmê ji nefta xav ji aliyê Hikûmeta Federal ve ku di
vê demê de tenê rojane 50 hezar bermîl e, ku dike (39.46%) ji para Herêmê di
rêjeya mafên rastîn ên Herêmê de ku dibe (12.67%) û wekhev e bi rojane 126
hezar û 700 bermîlan.
Duyem: Zêdekirina mîqdara benzîna cureya normal a
piştgirîkirî ya hikûmî bi 750 dînarî ji bo her lîtreyekê bi hevahengî re ligel
tevahiya parêzgeh û îdareyên xweser.
Sêyem: Çavdêrîkirina benzîna bazirganî ya rojane ji bo
cureyên (Normal, Muhesen, Sûper) ji aliyê kalîteyê ve û guncandina wê ligel
rewşa rojane ya bazara îro ya Herêma Kurdistanê.
Çarem: Zêdekirina karê komîteyên çavdêrî û peydakirinê yên
Rêveberiya Neft û Kanzayan a parêzgeh û îdareyên xweser ji bo parastina kalîteya
cureyên benzînê.
Pêncem: Pêşkêşkirina hemû hêsankariyan ji bo hawirdekirina benzînê
û keresteyên kîmyayî bi şert û rênmayên Wezareta Samanên Xwazayî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

