Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27
Taybet
Rûniştina Perlemanê
Perlemana Iraqê di rûniştina xwe ya jimare (6) de bi
amadebûna Wezîrê karebê, civîneke çar demjimêrî pêk anî û rêze biryarênî giring
pesend kirin, di nav de çavdêrîkirin û şandina tevahiya dosya û projeyên bi
goman ên karebê ji sala 2005an ve bo Desteya Destpakiye û sîstema dadweriyê.
Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê ser bi fraksiyona Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Pola Şehîd Sirwan Dêreşeyî, ji PUKMEDIAyê re
ragihand: Îro 27ê Tîrmeha 2026an, rûniştina jimare 6 di dewra duyemîn a sala
yekem a yasadanînê de bi rê ve çû. Civîn bi xwendina çend ayetan ji Sûreta
(El-Insan) dest pê kir, paşê Wezîrê Karebê yê Hikûmeta Federal ji bo perlemanê
hatibû vexwendin, û nêzîkî çar demjimêran gotûbêjên li ser pirsên taybet bi
karebê rûniştin berdewam bûn.
Wî her wiha ragihand: Di civînê de Serokê Perlemanê ev çend
xal xistin dengdanê û dengê endamên Perlemanê bi dest xistin, xal jî ev bûn:
1. Vekirin û
çavdêrîkirina tevahiya dosya û projeyên karebê ku ji sala 2005an û heta niha
hatine cîbicîkirin û guman an pirsgirêka gendeliyê di wan de heye. Her
binpêkirineke yasayî an aborî ku bi belgeyan hatiye piştrast kirin bila bo
Desteya Destpakiye û sîstema dadweriyê bê şandin ji bo sizayê berpirsan.
2. Wezareta
Karebê hate pabendkirin ku berî destpêkirina her werzekî, plana kar pêşkêşî
parlamentoyê bike daku nirxandin jê re bê kirin.
3. Çavdêrîkirineke
giştî bo hemû girêbestên veberhênanê tê kirin (bi taybetî yên ku berjewendiya
giştî an pîvanên teknîkî tê de nebûne), ligel girtina ber çavdêrên yasayî li
dijî wan kes, alî û kompaniyên ku bûn sedema windakirina samana giştî.
4. Handana
bikaranîna wizeya rojê ya malan, bi şêweyekî ku Banka Navendî û bankên taybet
bi qezencêke kêm an bê qezenc bi deynî bidin welatiyan, lê bi şêweyekî ku dema
vegerandina deynî li ber çavan bigirin.
5. Ji aliyê
Wezareta karebê ve hêsankariya teknîkî û îdarî bê kirin ji bo armanca girêdana
sîstema sûdwergirtina ji wizeya rojê bi torên giştî re.
6. Pêkanîna
lijneyeke taybet ji her yek ji lijneyên (darayî, kareb, plandanan, neft û
veberhênanê) ji bo şopandina hûr a cîbicîkirina van raspartiyan.
7. Pabendkirina
Wezareta Neftê bi dabînkirina sotemeniya pêwîst ji bo xebitandina stasyonên
hilberîna karebê, bi taybetî di vê qonaxê û werzên dijwar de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

