Parêzgarê Silêmanî: Erdnîgariya me krîtîke û ji bo dûrketina ji pevçûnan hişyarî gereke

Kurdistan 01:51 PM - 2026-07-24
Parêzgarê Silêmaniyê Ragihandina Parêzgehê

Parêzgarê Silêmaniyê

Silêmanî

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir tekez kir ku cihê erdnîgarî yê parêzgehê wê dixe navenda hevkêşeya ewlehiyê ya pevçûna herêmî ya nija heyî, ku ev jî li ser hêzên Kurdistanî ferz dike ku pêngavên stratejîk û hişyar bavêjin ji bo dûrketina ji bandorên leşkerî yên rasterast.

Dr. Heval Ebûbekir di axaftina xwe de li dema vekirina 3`emîn Festîvala Mewlana li bajarê Silêmaniyê axivî û got: Silêmanî ji aliyê dîrokî û leşkerî ve xala bingehîn a têkiliya erdnîgarî ye di navbera hêzên mezin û împeratoriyên desthilatdar ên herêmê de ye.

Parêzgarê Silêmaniyê zêde kir ku: Iraq xwediyê şerîtekî sînorî ye ku 1300 kîlo metir li gel Îranê ye, û 528 kîlo metir ji vî sînorî bi temamî dikeve nav sînorên îdarî yên Silêmaniyê, ku ev jî wê rasterast dike cîranê Îranê û dixe bin bandora ewlehiyê ya rasterast.

Parêzgar da zanîn ku, hevkêşeya yekalîkirina leşkerî di navbera Washington û Tehranê de ne bi kontrola ezmanî an rêyên deryayî (mîna Tengava Hurmiz û Kendavê) ve girêdayî ye, belkû ji aliyê erdnîgarî ve li ser erdê û bi rêya sînorên erdî tê yekalîkirin.

Parêzgar bang li hêzên desthilatdar û yên opozîsyonê yên Kurdistanî kir ku hesasiyeta vê rewşa ciyopolîtîk fêm bikin, û dîplomasî û aqilmendiyê bi kar bînin da ku parêzgeh nebe "sotemenî" an qada şerê bi wekalet di pevçûnên navdewletî de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket