Serokwezîr: Em ê li Îranê li ser mijarên berjewendiya hevpar û hevkariya du alî biaxivin

Kurdistan 11:26 AM - 2026-07-23
erokê Encûmena Wezîran a Federal Elî Falih El-Zeydî PUKMEDIA

erokê Encûmena Wezîran a Federal Elî Falih El-Zeydî

Serokê Encûmena Wezîran a Federal Elî Falih El-Zeydî îro pêncşemê tekez kir ku serdana wî ya fermî bo Komara Îslamî ya Îranê wê bibe cihê gotûbêjkirina dosyayên berjewendiya hevbeş û xurtkirina hevkarîya dualî ligel berpirsên bilind ên Îranê.

El-Zeydî di peyamekê de li ser platforma X got: Di serdaneke fermî de em îro berê xwe didin Tehranê,  ku em ê ligel berpirsên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê civînan bikin, ji bo gotûbêjkirina dosyayên berjewendiya hevbeş, hevkariya dualî û şêwirîna li ser pirsên herêmî û hewldanên armancgir bo cîgirkiirina ewlehî û aramiya li herêmê.

Wî zêde kir jî: Îraq û Îranê peywendiyên dîrokî, şaristanî, sînorên erdnîgarî û berjewendiyên hevbeş li hev civandin e, ku ev yek berdewamiya kar bi rihê diyalog, hevkarî û rêzgirtina dualî ferz dike, bi awayekî ku geşepêdana domdar û aramiya bo her du gelên welatan xurt bike, û beşdariyê di piştevaniya ewlehî û aramiya li ser astên herêmî û navdewletî de bike.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket