Civata Wezîran bo berjewendiya xelkê biryarên girîng derxist
Kurdistan 09:30 PM - 2026-07-22
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Civîna Civata Wezîrên Herêmê
Îro, 22ê Tîrmeha 2026an, Civata Wezîran ya Herêma
Kurdistanê civiya û hejmarek mijarên girîng ên têkildarî ewlehî, xizmetguzarî û
karûbarên giştî gotûbêj kirin
.
Li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di destpêka civînê
de, Civata Wezîran êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi awayekî herî tund
şermezar kir û dubare kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji şer û aloziyên
herêmê bûye û her tim hewl daye ku bibe faktorek ji bo aşti, aramî û ewlehiyê,
û ji ber vê yekê banga bidawîkirina van êrîşan kir.
Li gorî daxuyaniyê, di beşa yekem ya civînê de, Wezîrê Navxwe pêşniyar
kir ku dema cîbicîkirina biryareke berê ya ivata Wezîran ya derbarê efûya
binpêkirinên trafîkê de were dirêjkirin.
Piştî gotûbêjan, Civata Wezîran bi yekdengî pêşniyara ji bo efûkirina
%20 pesend kir,ji sizayên trafîkê ji 1ê Tîrmeha 2026an heta 31ê Kanûna Pêşîn a
2026an, bi armanca ku derfetên zêdetir ji welatiyan re peyda bike û dayîna sizayên
wan yên berhevkirî hêsan bike.
Piştre Wezîrê Demkî yê Çavkaniyên Siruştî raporteke berfireh li ser
rewşa sotemeniyê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, û amaje bi gavên wezareta xwe
kir ji bo kêmkirina bihayê Benzînê li bazarên herêmê û sivikkirina barê li ser
welatiyan.
Di civîna Civîna Wezîran de, Wezîrê Karebayê raportek li ser rewşa karebayê
pêşkêş kir û ji bo berjewendiya aboneyên Tora Elektrîkê ya Neteweyî çend
pêşniyar danîn pêş.
Civata Wezîran, piştî gotûbêjan,pêşniyarên Wezareta Karebayê ji bo
hêsankirina dayîna deynên karebayê yên kom bûyî ji bo welatiyan pesend kir, bi
efûkirina beşek ji deynên bermayî.
Li gorî biryara C Wezîran, divataê ji bo deynên komcivandî yên
kooperatîfên malbatî û çandiniyê %50 daxistin were sepandin, wekî din, ji bo
deynên hevparên di kertên pîşesazî, bazirganî û giştî de %25 daxistin dê were
dayîn.
Di heman
demê de tekezkirin ku ev kêmkirin tenê deynên kevn yên ji beriya destpêkirina
projeya Ronakî vedigirin, ne dravdanên mehane yên projeyê,ji ber vê yekê, divê
hemû mişteriyên karebayên dravdanên xwe yên mehane di wextê xwe de bidin daku
domdariya projeya karebayê ya 24 demjimêrî misoger bikin.
Di dawiya
civînê de, Serokê Sekreteriya Civata Wezîran derbarê nûkirina destûra bê mûçe ya
karmendên Herêma Kurdistanê de çend pêşniyarên taybet pêşkêş kirin.
Piştî gotûbêjan, Civata Wezîran pêşniyarên ku armanca wan yekkirin û
nûjenkirina rêkarên têkildarî destûra bê mûçeyî li gorî pêdiviyên yasayî ne,
pesend kir, bi taybetî, yasaya nû ya xanenişînî ya Yekgirtî û yasayên din yên
xizmeta giştî yên pêwendîdar, ku ji bo wan pêşniyar li CIivata Wezîran,
Wezareta Darayî û Aboriyê, û cIVATA Giştî ya Dadweriyê hatine kirin, Li ber
çavê vê biryara Civata Wezîran, rênameyên pêwîst di vî warî de derxînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê gera duyemîn a lîstikên cîhanî yên robotan birêve diçe
11:28 PM - 2026-08-24 -
Derbaz Kosret Resûl: Vebijêrka diyalogê bingehê aramiyê ye
08:46 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
08:11 PM - 2026-08-24 -
Mekteba Ragihandin û Hişyariyê pîrozbahiya erka nû li Dr. Dilpak Tahîr dike
04:54 PM - 2026-08-24
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Amerîkayê Sûriye ji lîsteya terorê derxist
11:04 PM - 2026-08-24
Washington li dijî Îranê kampanyayeke aborî ya berfireh da destpêkirin
10:48 PM - 2026-08-24
Xwendina AI û bernameyên teknolojîk ji bo zanîngehên Kurdistanê tê ragihandin
09:44 PM - 2026-08-24
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
07:57 PM - 2026-08-24
zortrin xwendraw
-
Rakirina sifirên dînara Îraqî û bilindbûna dolar, aboriya Îraqê ber bi ku ve dibe?
Êraq 11:18 AM - 2026-08-24 -
Amerîka dorpêçeke "bêhempa" li ser Tehranê disepîne û gefan li aliyên pêre danûstandinan dikin dixwe
Cîhan 10:00 AM - 2026-08-24 -
Amadekarî ji bo 9emîn salvegera koça dawiya serok Mam Celal tê kirin
Êraq 05:08 PM - 2026-08-24 -
Heval Rifet Ebdulah nameyeke spasiyê weşand
Kurdistan 08:11 PM - 2026-08-24 -
Ebdî û Îlham Ehmed pirsa tevlîbûna HSD di nav hikûmetê de digel Şeybanî gotûbêj kirin
Kurdistan 09:21 AM - 2026-08-25 -
Mekteba Siyasî: Bila rojbûna Pêxember bibe hêvana xurtkirina ruhê biratiyê
Kurdistan 07:57 PM - 2026-08-24 -
Tûmenê di dîroka dravê Îranê de asta herî nizim tomar kir
Cîhan 01:27 PM - 2026-08-24 -
Navenda Derve ya YNK tekezî li yekxistina şiyanên Kurdan dike
YNK 03:42 PM - 2026-08-24


.png)



Aplîkêşin

