Amerîka gera xwe ya herî dawî ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî aniye
Cîhan 10:51 AM - 2026-07-21
CENTCOM
Amerîka gera xwe ya herî dawî ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî aniye
Artêşa Amerîka derengiya roja şeva roja Duşemê
ragihand ku wê gera xwe ya herî dawî ya êrîşan li ser Îranê bi dawî aniye, û
diyar kir ku wê li navendên fermandariya leşkerî yên Îranê, cihên avêtina mûşek
û dronan, kapasîteyên deryayî û sîstemên parastina hewayî xistiye.
Artêşa Amerîka derengiya roja Duşemê ragihand ku wê
gera xwe ya herî dawî ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî aniye, û diyar kir ku wê
navendên fermandariya leşkerî yên Îranê,cihên avêtina mûşek û dronan,kapasîteyên deryayî û sîstemên parastina esmanî kirine kirine.
Fermandariya Navendî ya Amerîka ev daxuyanî li ser
platforma civakî X da û diyar kir:Fermandariya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) di 20ê Tîrmehê de, demjimêr di
21:00'an de li gorî dema ET, dewreke din ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî kir.
Her weha aşkere kir ku, hêzên Amerîka li navendên
fermandariya leşkerî ya Îranê, kapasîteyên deryayî, cihên avêtina mûşek û
dronan, û sîstemên parastina esmanî dan, daku şiyana Îranê ya berdewamkirina
êrîşên li ser keştiyên bazirganî yên ku di Tengava Hormozê re derbas dibin,
lawaz bike.
Ji aliyekî dive ve got: Derbazbûna keştiyên
bazirganî di korîdora deryayî ya navneteweyî ya jiyanî de berdewam dike.
Ji destpêka meha Gulanê ve, hêzên CENTCOM alîkarî
dane ji bo hêsankirina derbazbûna nêzîkî 900 keştiyên bazirganî û 450 milyon
bermîl petrolê xav.
Hêzên Amerîkî amade û li ser piyan dimînin daku
Îranê ji ber êrîşên bê sinor yên li dijî deryavanên sivîl yên ku hewl didin bi
azadî û bi eşkereyî di tengavê re derbaz bibin, berpirsiyar bigirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

