Kurtulmuş bo gotûbêjkirina Yasaya Çarçoveyê serdana aliyên siyasî dike
Kurdistan 12:31 PM - 2026-07-20
Ajans
Numan Kurtulmuş Serokê Civata Mezin ya Turkiyê (TBMM)
Serokê Civata Mezin ya Turkiyê (TBMM) Numan
Kurtulmuş ji bo " Yasaya Çarçoveyê' " ku tê xwestin berî betlaneya
civînê pêşkêşî parlemanê were kirin û li ser were gotûbêjkirin dê serdana
partiyên siyasî bike.
Serokê parlemanê; Kurtulmuş ji bo ku" Yasaya Çarçoveyê
" berî ku parleman bikeve betlaneya xwe, serdanek ji partiyên siyasî re pilan
dike.
Di vê çarçoveyê de, tê çavrêkirin ku Kurtulmuş
piştî civîna koma MHPê ya roja Sêşemê dê serdana Serokê MHPê Dewlet Baxçelî
bike û Kurtulmuş dê piştî civîna koma wan serdana Partiya DEMê jî bike.
Kurtulmuş biryar e roja Çarşemê serdana Partiya Dad
û Geşepêdanê (AKP) bike û piştre jî dê serdana Partiya Gel ya Komarî (CHP) û
Partiya Riya Nû bike.
Hat diyarkirin ku Numan Kurtulmuş dê di serdanên
xwe de li ser pêşnûmeya " Yasaya Çarçoveyê " ya ku tê çavrêkirin
beriya betlaneyê were anîn Parlemanê gotûbêj bike û dê ji bo ku yasa bi
lihevkirinê were pejirandin piştgirîyê bixwaze.
Berdevka Partiya DEMê Ayşegul Dogan hefteya borî di
civîneke çapemeniyê de diyar kiribû ku Numan Kurtulmuş dê serdana partiyên
siyasî bike û got:Ez bawer dikim ku Birêz Kurtulmuş dê vê gerê bi têgihîştineke
kûr ya pêşnûmeyê bike.
Di heman demê de, tê payîn ku şanda Îmraliyê ya
Partiya DEMê roja Çarşem yan Pêncşemê serdana rêberê PKKê Ebdula Ocalan bike.
Yasaya Çarçoveyê çiye?
Yasaya Çarçoveyê ew yasaye ku, li şûna danîna
rêgezên hûr û teknîkî, tenê prensîbên giştî, armanc û taybetmendiyên bingehîn yên
mijarekê diyar dikin ku hûrgulî bi gelemperî ji bo saziyên têkildar yan jî ji
bo yasayên duyemîn (rêzikname, biryarname, hwd.) tên hiştin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

