Welatî zerermendên yekem yê ragirtina karên Dana Gaz in
Kurdistan 06:02 PM - 2026-07-18
PUKMEDIA
Qeyrana gaz û karebayê li herêmê
Ji ber dirustbûna
gefên ewlehiyê li qada Kormor, hilberîna gazê bi awayekî demkî hate
rawestandin, û bi vê yekê zêdetirî şeş milyon welatiyên Herêma Kurdistanê bê kareba
man, bi cûrekê di her rewşeke nebaş de, santrala karebayê ji kar dikeve, ku
ev yek dibe sedema qutbûna karebayê û barekî aborî dixe ser milê welatiyan,her
çend di destpêkê de biryar hatibû dayîn ku gaz demkî were qutkirin jî, lê vê rewşê
dirêj kir.
Tevî ragihandina 'Projeya Ronahiyê' (karebaya 24-demjimêrî),
hikûmeta herêmê, ji ber nebûna karebayê, serî li miwelîdeyên taybet dide û ji
wan dixwaze ku karebayê bidin welatiyan.
Osman Mihemed Serokê Civata miwelîdeyên Silêmaniyê radigihîne:Niha,
miwelîde li hindek taxan dest bi kar kirine, lê hinek ji ber pirsgirêkên
miwelîdeyên xwe naxebitin.
Her weha got: Hat ragihandin ku
mekanîzmaya xebitandina miwelîdeyan ya 24-demjimêrî ye, û ku di dema qutbûna karebayê
ya neteweyî de ew mecbûr in karebayê bidin welatiyan, ku her ampêrek bi 7 hezar
û 500 Dînaran e.
Serokê Civata miwelîdeyên Silêmaniyê ji hikûmeta
herêmê xwest ku gazê ji bo wan dabîn bike, Bi vî awayî, xwediyên miwelîde
elektrîkê û welatî jî dê sûd werbigirin, û emê karibin karebayê bi bihayekî
kêmtir peyda bikin.
Ji sala
2014an ve, welatiyên Herêma Kurdistanê bi qeyranek aborî re rû bi rû ne û niha
jî ji ber şerê Amerîka -Îranê, tê payîn ku bi qeyrana sotemeniyê re jî rû bi rû
bimînin, ji ber vê yekê, erkekî hikûmeta herêmê ye ku rêkarên pratîkî bigire ji
bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiya kompaniyên weberhênanê û pêşî li qeyrana
sotemeniyê li Herêma Kurdistanê bigire.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

