Grûpeke hunerî dîwarên bajarên Rojavayê Kurdistanê dinexşînin
multimedia 04:24 PM - 2026-07-16
Knwe
Endameka grupa hunerî
Grûpeke hunerî ya ji 12 endaman pêktê li Rojavayê Kurdistanê
dîwar û kolanên bajarokê Girkêlege bi xebateke nû û balkêş dixemilînin.
Sozvîn Ehmed, Endama Grûpa Hunerê ya Dil û Reng li Girkêlege
ya Rojavayê Kurdistanê, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axiviye û gotiye: Grûpa
me ya hunerî û şêwekarî ku ji 12 endaman pêk tê, ku yanzdeh ji wan keç û tenê kurek
in. Me bi hev re ev raman fikirî da ku dîwar û kolanên bajarokê Girkêlege
binexşînin û bixemilînin.
Sozvîn Ehmed got jî: Armanca me ew e ku em bajar û
bajarokên Rojavayê Kurdistanê bixemilînin. Grûpa me vê yekê bi dilxwazî dike,
ne tenê li bajarokê Girkêlegê, belkû em armanc dikin ku em hemî bajarên
Rojavayê Kurdistanê bixemlînin. Ji ber ku hunera xêzkirin û boyaxkirinê çeka
herî bihêz e ji bo guhertina rûyê şer û wêrankirina piştî şer û ji nû ve
destpêkirina hêvî û jiyanê.
Sozvîn dibêje: Boyaxkirin û nexşandina dîwaran bi rengên
cuda dê nasnameya neteweyî û rastbûna bajaran biparêze, aramiya hişê û
enerjiyeke çalaktir bide welatiyan û zarokên li taxan û xurt bike, ji bilî wê
jî, dema ku komek mirov bi xebateke giştî li seranserê bajarên Rojavayê
Kurdistanê digerin û kolanên wan dixemilînin û bedew dikin, ev peyama yekîtî û
evînê di navbera welatiyên bajaran de xurt dike.
PUKMEDIA/ Kurdistanî Nwê
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

