Hilberîna xazê li Kormorê hatiye rawestandin û kareba dê kêm bibe
Kurdistan 04:02 PM - 2026-07-16
PUKMEDIA
Kêlgeha Kormor
Kompaniya Dana Gas, ji ber derketina gefên ewlehiyê li
kêlgeha Kormor ya xazê hilberîna xazê bi awayekî demkî hatiye rawestandin.
Wezareta Karebê ya Herêmê jî dibêje: Hilberîna karebê li santralan bi qasî 2 hezar
û 500 megawat kêm kiriye.
Îro, 16ê Tîrmeha 2026an, Kompaniya Dana Gas ragihand: Ji ber
gefên li ser ewlehiyê û rewşa aloz a li herêmê, hemî damezrawên sereke yên
hilberîna xazê li Kormorê demkî hatine girtin û hilberîna li zeviya Kormorê
hatiye rawestandin.
Di heman demê de, Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma
Kurdistanê ragihand:
Ji ber pirsgirêkek ewlehiyê li zeviya Kormorê, hinardekirina
xazê bo wêstgehên karebê kêm bûye, û hilberîna karebê 2,500 megawat kêm kiriye.
Diyar jî kiriye ku: Agahdarî hevbeşên karebê dikin ku ev
rewş demkî ye û hemî aliyên têkildar li ser xetê ne ku hinardekirina xazê bo wêstgehên
hilberîna karee ji nû ve bidin destpêkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

