Koma dawî ya koçberên Efrînê vegeriyan gundên xwe
Kurdistan 02:23 PM - 2026-07-16
ANHA
Vegera Koçberên Efrînê
Îro Pêcşeme 16/7/2026`an komeke din a koçberên Efrînê yên li
bajarên Qamişlo, Heseskê û Dêrika Hemko vegeriyan warên xwe.
Cîgirê Ewlekariya Giştî ya Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn û
Endamê Tîma Serokatiya ya peymana 29`ê Çileyê Mistefa Ebdê bi karwanê re bû.
Mistefa Ebdê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku, ev beş
karwanê dawî ya koçberên Efrînê ye ku zêdetirî hezar malbatin, rêkar û gavên ji bo destpêkirina pêvajoya
vegera koçberên Serêkaniyê jî piştî rakirina mayînan wê pêk were.
Endamê Tîma Serokatiya ya cîbicîkirina peymana 29`ê Çileyê
Mistefa Ebdê, da zanîn ku xebatên vekirina avê ya stasyona Elok dest pê kirin û
destnîşan kir ku dadwerên Rêveberiya Xweser jî di çarçoveya peymanan çûne Şamê
û bi Wezareta Dadwerî re hevdîtin pêk anîne. Ji bo vekirina saziyên nifûsê û
paseportan di dema bê de jî xebatên wan hene.
Hêjayî gotinê ye ku karwana koçberên Efrînê wê îro êvarê
bighîje herêma Efrînê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

