Wezîrê Şer yê Amerîka:Çavên me li hewldanên hêzên ewlehiyê yên Îraq û Pêşmergeyan e
Kurdistan 05:25 PM - 2026-07-15
Ajans
Dîmena ji civîna ku Elî Zeydî têde amade bû
Îro 15ê
Tîrmehê de Wezîra Şer yê Amerîka Bett Hickist li Pentagonê pêşwazî li Serokwezîrê
Iraqê Elî El-Zeydî kir,û ragihand
ku, çavên me li hewlên hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hêzên Pêşmerge ji bo
bidawîanîna DAIŞê ye.
Wezîrê Şer yê Amerîka di civînekê de ragihand ku ji
bo kûrkirina hevkariya me, divê IÎaq serweriya xwe biselimîne, û ew hêzên
çekdar yên ne yasayî yên ku berpirsyarê zêdetirî 600 êrîşên li ser karmendên
Amerîkî yên îsal in, ji çekan bêçek bikin.
Her weha got:Amerîka çavên xwe li hêzên ewlehiyê
yên Îraqê ye, di nav wan de Pêşmerge û hêzên din yên ewlehiyê yên
li Herêma Kurdistanê û Îraqê hene, ji bo serkêşiya hewildanên
têkbirina DAIŞê bikin, ji ber ku Îraqeke aram deriyê hevkariya
bazirganî û parastinê ya bihêz vedike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

