Trump ji bo Zeydî:Ew serkirdeyekî mezine û karê baş dike
Êraq 11:07 PM - 2026-07-14
Nivîsingeha Ragihandina Serokwezîrê Îraqê
Donald Trump û Elî Zeydî
Îro Sêşem
rêkefta (14-07-2026) an Serokê Amerîka Donald Trump li Koşka Spî pêşwazî li
serokwezîrê Îraqê Elî Falih el-Zeydî kir, ev serdan beşek ji serdana fermî ya Serokwezîrê
Amerîkayê ye.
Trump di
pêşwaziya xwe ya li Koşka Spî de bi germî pêşwazî li serokwezîr kir,û li ser
hatina Zeydî bo Washingtonê agahî da rojnamevanan û got:Em ji Îraqê hez dikin û
ev zilam bi awayê herî baş nûnerayetiya Îraqê dike.
Hevkariya di navbera Îraq û Amerîka de gelek xurt e
Piştî pêşwaziyê, Serokê Amerîka Donald Trump tekez kir ku
hevbeşiya di navbera Amerîka û Îraqê de xurt e û Îraq welatekî mezin e, her wiha pesnê hewldanên
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî da û got:Pilanên vekişînê yên hevpeymaniya
navneteweyî bi rêkûpêk dimeşin.
Trump di
civîneke rojnamevanî ya hevbeş de Zeydî li Koşka Spî got: "Ev ne tesaduf e, ji bo min şanaziyek mezin e ku
ez mazûvaniya serokwezîr dikim," wî got. "Bandora Zeydî dê ji Îraqê
wêdetir biçe û ew dê li Rojhilata Navîn bibe rêberek û me bi Îraqê re
hevkariyek xurt heye.
Her weha got: Îraq welatekî mezin e û
têkiliyên me yên baş bi Zeydî re hene,ew zilamekî bihêz e û Îraq xwedî
çavkaniyên wuze û petrolê yên bê hejmar e, û em ê çend peymanên mezin yên
petrolê bi Îraqê re îmze bikin.
Her weha aşkere kir ku, em ne
hewceyî leşkerên xwe li Îraqê ne û ne jî hebûneke leşkerî heye û pilanên
vekişîna hevpeymaniya navneteweyî ji Îraqê dê bi awayekî xweş werin bicîhanîn,û
tekez kir ku, em piştgiriyê didin gavên Zeydî ji bo
sînordarkirina çekên di destê dewletê de.
Kurdistan beşek girîng a Îraqê ye
Ji aliyê
xwe ve, Serokwezîr Elî Zeydî di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku, serdana wî ya Washingtonê ji bo
ragihandina hevkariyeke stratejîk ya hevbeş tê û Amerîka hevkarê stratejîk yê
herî girîng yê cîhanê ye, her weha aşkere kir ku hêzên ewlehiyê dikarin axa Îraqê
biparêzin.
Serokwezîr dazanîn ku gelek çek ji hin koman hatine
bidestxistin û emê alîkariya her kesê ku dest bi çalakiyên siyasî bike bikin,piştî
30ê Îlonê hewcedarî bi tu komê tune û hêzên me yên ewlehiyê dikarin axa me
biparêzin.
Derbarê pirsa aborî û petrol jî Zeydî ragihand
ku kompaniyên Amerîkî dikevin bazara Îraqê û em dixwazin di OPECê de parek adil
hebe.
Her weha got:Ziyanên Îraqê
ji ber terorê gihîştiye zêdetirî 400 milyar dolaran û tekez kir ku Kurdistan
beşek girîng ya Îraqê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

