Amadekarî ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê tê kirin
Kurdistan 12:54 PM - 2026-07-14
Medya
Koçberên Serê Kaniyl
Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku piştî
rakirina mînan li ser riyan û vekirina riyan, civînên taybet ji bo gotûbêjkirina
makanîzmaya vegera koçberan dê bê sazkirin.
Bi hezaran xelkê Serêkaniyê ku di encama êrişên
dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de ji warê xwe hatine koçberkirin,li
benda her pêngaveke vegerê ya bo warê xwe ne.
Rakirina mînan, vekirina riyên sereke, derxistina
kesên hawirde,her wiha vegerandina mal û milkên koçberan, pêngavên pêwîst in ji
bo vegera ewle ya koçberan.
Di wê derbarê de endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê
Zehra Semo ragihand ku,piştî xebata rakirina mînan bi dawî bibe dê Komîteya
Koçberên Serêkaniyê bi tîma hikumeta demkî re dê bicive û mekanîzmaya vegera
ewle ya koçberan gotûbêj bike.
Zehra Semo aşkere kir ku aliyên têkildarî dosyaya
vegerê, serjimariyek li ser hejmara koçeran çêkir ku nêzî 80 hezar koçber in daku
makanîzmayeke diyar ya birêxistinkirina vegera wan deyne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

