Serokê fraksiyona YNK ya parlamenê di nav şanda Îraqê ya bo Amerîkayê de ye
Êraq 10:12 AM - 2026-07-13
Mekteba serokwezîr
Elî Zeydî û şanda pêre
Serokwezîr Elî Faleh el-Zeydî berbanga sibê ya îro Duşemê
13/7/2026an, li ser serê şandeke hikûmî û aborî, di serdaneke fermî de ji
paytext Bexdayê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.
Şande dê di dema serdanê de çendîn dosyayên hevbeş ligel
aliyê Amerîkî gotûbêj bike, ku di serî de pirsên siyasî û ewlehî ne, li gel
hevkariya aborî û veberhênanê.
Di şandeya ligel Zeydî de wezîrên derva, darayî, neft,
kehreba û bazirganiyê, her wiha parêzgarê Banka Navendî, şêwirmendê ewlehiya
neteweyî û hejmarek ji parlamenter, şêwirmend û berpirsên payebend ên dewletê
cih digirin.
Her wiha Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
di Encûmena Nûneran de û Serokê Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoyê Herêm
Kemal Axa jî di nav şandeyê de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

