Termê kalemêrekî kurd li Efrînê kuştî hate dîtin
Kurdistan 11:58 AM - 2026-07-11
Ajans
Darên Zeytûnê li Efrînê
Li gundewarên herêma
Efrînê termê kalemêrekî Kurd di nav darên zeytûnan de kuştî hat dîtin, ku di
bin şert û mercên nepen de du gule li serê wî ketibûn.
Li gorî Rêxistina
Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê, roja Înê 10/7/2026 danê êvarê, cenazeyê kalemêrekî
kurd di nav zeviyên darên zeytûnan de hat dîtin, ku du gule li serê wî ketibûn.
Li gorî çavkaniyên
herêmî, qurbanî bi navê Mihemed Murad Mihemed, 60 saliye û ji gundê Xelnêrê ya
gundewarê Efrîn bûye.
Bi gotinê malbatê, kalemêrê
kurd danê sibehê bi otomobîla xwe ji mala xwe derket û çû nava zeviyên zeytûnên
xwe da ku darên xwe av bide. Dema ku ew heta piştî nîvro venegeriya malê. Piştî
lêgerînan termê kalemêrê kurd di nava darên zeytûnan de hat dîtin, ku du gule
li serê wî ketibû. Otomobîla wî di nav darên zeytûnan de parkirî bû.
Aliyên pêwendîdar
piştî lêkolînên yasayî, cenaze radestî malbatê kirin bê ku tawanbar yan sedema
kuştinê werin zanîn.
Ji aliyekî din ve jî li
navçeya Mabata ya li gundewarê Efrîn, du ciwanên Kurd ji aliyê kesên nenas ve
rastî êrîşê hatin piştî ku pez û pere û telefonên wan ên desta ji wan hatibûn
dizîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

