Serokwezîrê Iraqê dê pênc mijaran li Amerîkayê gotûbêj bike
Êraq 10:38 AM - 2026-07-11
Ajansa Iraqê
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî
Serokwezîrê Iraqê Elî
Zeydî dê di nîvê vê hefteyê de serdana Amerîkayê bike da ku bi rayedarên
Amerîkî re li ser mijarên aborî, enerjî, binesaziyê û teknolojiyê gotûbêj bike,
eve ji bilî mijara bêçekirina koman ku beşekî giring yê sardana wî be.
Li gorî anyariyên
medyayî, Serokwezîr Elî Zeydî dê roja Çarşemê, 15ê Tîrmeha 2026an, bi
serokatiya şandeyeke payebilind a wezîran, fermandarên leşkerî û veberhêneran,
ji Bexdayê biçe Washingtonê da ku li ser çend mijarên girîng ên hevbeş gotûbêjan
bike.
Di vê derbarê de Şêwirmendê
Serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih, ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re got ku: Serdana
Elî Zeydî ya Amerîkayê derfeteke stratejîk e ji bo ji nû ve dariştina
peywendiyên aborî yên di navbera Iraq û Amerîkayê de.
Şêwirmendê serokwezîr di
derbarê mijarên ku dê wrin gotûbêjkirin de, got: Dê çend mijarên girîng ên
hevbeş werin giftûgo kirin, di nav de: Pirsgirêkên aborî dê yên herî girîng bin
û werin giftûgo kirin, bi piranî bi sektora enerjiyê ve girêdayî ne, bi rêya
pêşxistina zeviyên petrolê, ji bilî axaftina li ser projeyên enerjiya
nûjenkirî.
Wî zêde kir û got: Di
civînan de dê li ser pêşxistina projeyên binesaziyê, wek rê, pir, balafirgeh û
rêya hesin jî were gotûbêjkirin, her wiha sektora teknolojiyê dê mijarek din a
girîng be, nemaze yên bi hikûmeta elektronîk ve girêdayî.
Mezher Mihemed Salih got
ku di civînan de dê li ser çend sektorên din jî were gotûbêj kirin, wek çandinî
bi rêya avdana nûjen, pêşxistina pîşesaziya xwarinê û ewlehiya xwarinê.
Eve di demekê e ye ku Serokwezîrê
Iraqê bi cidî mijara komên çekdar xistiye rojeva hikûmeta xwe û hin ji koman
soz dane ku bêçek bibin û Muqteda El-Sedr wekî serokêkî girîng ê Iraqê, koma
Saraya Salamî hilweşand. Di heman demê de Amerîka jî piştgîriya van hewlên
serokwezîr dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

