Qubad Talebanî: Em girîngiyek mezin didin sektora geştiyariyê
Kurdistan 09:51 PM - 2026-07-07
Nûsîngeha Ragihandina Qubad Talebanî
Civîna Qubad Talebanî li Albanyayê didominyê
Di berdewamiya civînên xwe de li welatê Albanyayê, Cîgirê Serokê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi Wezîrê Geştiyariyê û Rewşenbîriyê
û Werzîşê yê Albanyayê Blendi Gonshja re civiya.
Di civînê de, ku îro Sêşemê 7/7/2026 bi amadebûna Wezîrê
Plandananê Dara Reşîd, Seroka Desteya Geştiyariyê Jiwan Sabir, Cîgirê Serokê Fermangeha
Têkiliyên Derve Daban Şadele û Şêwirmendê Cîgirê Serokwezîr Sefîn Xafûr birêveçû,
têde behsa avakirina peywendiyên xurt di navbera Herêmê û Albanyayê de di
biwarê geştiyarî û parastina şûnwarên dîrokî û kulturî û pevguherîna ezmûn û
pisporiyan hate kirin .
Qubad Talebanî di civînê de bal kişand ser derfetên Herêma
Kurdistanê ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê û rave kir ku di çarçoveya
cûrbecûrkirina çavkaniyên dahatê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyek
taybetî dide pêşxistina sektora geştiyariyê. Di vê çarçoveyê de jî avakirina
peywendiyên xurt û mikûm li gel Albanyayê bi giring zanî û ragihand; em bi
giringî li sûdwergirtina li ezmûna serkeftî ya welatên dost û di nav de jî
hikûmeta Albanyayê dinêrin.
Di beşek din a civînê de, Qubad Talebanî bi fermî Wezîrê
Geştiyariyê û Rewşenbîrî û Werzîşê yê Albanyayê vexwend ku serdana Herêma
Kurdistanê bike da ku têkiliyan xurt bike û ezmûnê veguhezîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

