Serokomar: Temamkirina Dosyaya Êzîdiyan Mafekî Neteweyî Ye
Êraq 05:25 PM - 2026-07-07
Nûsîngeha Serokomar
Civîna Serokomar û Şandeya Êzîdiyan
Serokomar Iraqê Nizar Amêdî roja Sêşemê 7ê Tîrmeha 2026an li
Koşka Selam li Bexda pêşwaziya şandeyek ji nûner û berpirsên pêkhata Êzîdî kir.
Serokomar di wê civînê de piştrast kir ku temamkirina
çareserkirina dosyaya Êzîdiyan mafekî neteweyî ye ku pabendbûna dewletê ya ji
bo dabînkirina edaletê ji bo qurbaniyan temsîl dike, tekez jî kir ku ev yek
hewldanên hevgirtî yên hemî aliyên têkildar hewce dike da ku hewcedariyên mayî
yên vê dosyayê bicîh bînin.
Serokomar amaje bi wê yekê jî kir ku, pêkanîna aramiyê bi
dabînkirina edaletê ji bo qurbaniyan destpê dike, zêdekirina hewldanên lêgerîn
û lêpirsînê ji bo diyarkirina çarenûsa windayan, afirandina şert û mercên
guncaw ji bo vegera malbatên Êzîdî bo deverên wan, û misogerkirina jiyanek bi
rûmet ji bo wan dest pê dike, bi vî rengî maf û rûmeta wan garantî dibe.
Ji aliyê xwe ve, endamên şandeyê spasî û teqdîra xwe ji
Serokomar re ji bo baldariya wî ya li ser dosyaya Êzîdiyan û dilxwaziya wî ya
ji bo şopandina pirsgirêkên wan anîn ziman. Her wiha wan spasiya xwe ji bo
piştgiriya wî ya ji bo hewildanên çareserkirina vê dosyayê bi awayekî ku
hêviyên civaka Êzidî pêk bîne, anîn ziman.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

