Çaremîn Festîvala Şêwekariyê ya Efrînê li Almanya birêveçû

multimedia 02:48 PM - 2026-07-07
Festîvala Şêwekariyê ya Efrînê li Almanya Kurdistanî Nwê

Festîvala Şêwekariyê ya Efrînê li Almanya

Efrîn

Bi armanca parastina çanda Kurdî û nîşandana êşên gelê Kurd û niştecihên Efrîn bi rêya wênesaziyê û berhemên hunerî, Çaremîn Festîvala Hunera Şêwekariyê ya Efrîn li welatê Almanya hate lidarxistin.

Di wê derbarê de berdevkê festîvalê Ferhad Ebdî, ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got: Zêdetirî 30 hunermendên navdar ên Kurd û biyanî beşdarî festîvalê bûn û festîval heta meha Îlonê berdewam dike.

Got jî: Naveroka piraniya tabloyên hunermendên Efrîn li ser êşa gelê Efrîn û wêrekiya keç û jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye, armnca me jî pişteanîkirina şêwekarên kurd e û handan û piştevanîkirina şêwekarên kurd e li diyasporayê û danasîna huner û çanda Kurdî bi neteweyên cuda yên Ewropî ye.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike