Di êrşîekê de 9 polîsên Pakistanî hatin kuştin
Cîhan 11:25 AM - 2026-07-07
AJEL.SA
Dîmenek ji êrîşê
Polîsên Pakistanê ragihand ku neh endamên wan di
êrîşeke çekdaran de li ser binkeyek polîsan li navçeya Ziyaret ya parêzgeha
Belûçistanê li başûrê rojavayê welêt hatine kuştin.
Televîzyona Sama Tv ya Pakistanê, îro Sêşem li ser
zarê polîsan ve ragihand ku komek çekdaran êrîşî binkeyek polîsan li herêmê
kirine, û di encamê de şer û pevçûnek giran di navbera her du aliyan de çêbûye
ku di encamê de 9 endamên ewlehiyê hatine kuştin.
Polîs her wiha aşkere kir ku hêzên ewlehiyê û
karmendên polîs yên zêdetir piştî bûyerê yekser ber bi herêmê ve hatin şandin
daku pêşî li her gefên ewlehiyê yên din bigirin, û destnîşan kir ku wan
operasyoneke lêgerînê dest pê kiriye daku t encamderên êrîşê bişopînin û herêmê
paqij bikin.
Li Pakistanê zêdebûneke berbiçav di leza êrîşên
çekdarî de heye, û piraniya êrîşan li parêzgehên Pakistanî yên li ser sînorê
Afganistanê ne, bi taybetî Xeyber Paktûnxwa û Belûçistan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

