Wesiyetnameya General Şerîf Paşa hat dîtin
Kurdistan 09:59 PM - 2026-07-05
Ragihandina Melbenda Kurda li Viyana
Hin ji beşdarên semînerê
Roja 4ê Tîrmeha
2026an, Melbenda Kurdî ya Viyanayê bi hevkariya Akademiya Bedirxan ji bo
Rojnamegerî û Lêkolînên Çandî, li Viyanayê, Avusturya, bi amadebûna
hejmareke mezin ji mêvanan û dîasporaya Kurd sempozyûmek bi navê (General Şerîf
Paşa - 1865 - 1951 di navbera dîplomasiyê û xewna dewleta Kurdistanê de) li dar
xist.
Xebata Dîplomasî ya Şerîf Paşa
Di destpêka
sempozyûmê de, Dana Şedle, Hevseroka Melbenda Kurd ya li Viyanayê, bi xêrhatina
mêvanan kir û li ser kar û çalakiyên melbend û têkoşîna dîplomatîk ya General
Şerîf Paşa yê Xendan agahî da wan.
Jiyan û karê rojnamegeriyê
Piştre Hemîd
Ebûbekir Bedirxan, serokê Akademiya Bedirxan, bal kişand ser jiyan, êş û
jêhatîbûna dîplomatîk ya Şerîf Paşa, bi taybetî jî weşandina rojnameya Meşrutiyat
bi zimanên Turkî û Fransî li Fransayê.
Navbirî behsa projeya sala bê ya sazkirina 18.emîn Festîvala Navneteweyî ya
Bedirxan di Newroza 2027an de bi alîkariya Melbenda Viyanayê li welatên (Awistirya,
Almanya, Swîsre, Lûksembûrg) kir.
Belgenameyên nakok
Nivîskar û lêkolîner Evîn Çîçek bi berfirehî li ser belgeyên ku ji hêla Brîtanya, Fransa û Turkiyê ve li dijî Şerîf Paşa hatine bikar anîn axivî û bal kişand ser xebata wî ya rojnamevaniyê di navbera salên 1908 û 1914 an de.
Dîtina wesiyetname û cihê gora wî
Di tewerek din
ya girîng de, Ciwamêr Baxtiyar Mistefa, Berpirsê Rêxistina Navneteweyî ya Şerîf
Paşa, li ser dîtina belgeya mirina Şerîf Paşa di dema 17.emîn Festîvala Bedir
Xan li Îtalya de axivî, ku selimand ku gora wî li Catanzaro, Îtalyayê ye, ne li
Qahîre ye.
Her weha dîtina mizgîniya
wesîyeta General Şerîf Paşa ragihand û got ku ew ê di rojên pêş de serdana Roma
bike daku wesîyetnameyê werbigire û ji raya giştî re biweşîne ku têde ew eşkere
dike ka çawa ji hêla kirêgirekî bi navê Elî Cewad ve hatiye kuştin.
Pirtûkek nû bi zimanê Almanî
Elî
Reza Goktaş, hevserokê Melbenda Kurdî, li ser çend aliyên din yên dîrokî axivî
û behsa pirtûka xwe ya herî dawî ya bi zimanê Almanî nivîsandî kir.
Çalakiyên hunerî û çandî
Sempozyûm bi
çend pirs û ramanên beşdaran, tevî şîroveyên Xanim Semîre Elî, Dr. Elî Mazoçî û
Ordîxanî Celîl Celîl, dewlemend bû, her weha jina Siyasetmedar ya Kurd Heval
Xaco jî pesnê çalakiyê da û girîngiya "lobiya çandî" tekez kir,di
beşek din de, helbestvan Nesk Hema Xerîb çend helbest pêşkêşî amadevanan kir.
Pêşandana belgefîlman
Di dawiyê de,
belgefîlmek li ser jiyana Şerîf Paşa Xandan hate pêşandan, ku berhemeke hevbeş ya
Akademiya Bedirxan û Melbenda Kurdî ya Viyanayê ya sala 2026 an bû,ku ji hêla
Nejad Nejm ve hate derhêner kirin;her çend destpêkirina sempozyûmê ji ber
pirsgirêkek teknîkî di veguheztina vîdyoyan ji Îtalya de hindekî dereng ket jî,
ew bi pêşwaziyek germ ji hêla mêvanan ve bi dawî bû.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

