Qubad Talebanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re civiya
Kurdistan 08:08 PM - 2026-07-03
Nûsîngeha ragihandina Qubad Talebanî
Wêneyê Civînê
Cîgirê Serokwezîr û
Endamê Mekteba Siyasiya YNKê Qubad Talebanî bi amadebûna Endamê Mekteba Siyasiya
YNKê Derbaz Kosret Resûl, di serdanekê bo Tirkiyeyê digel Wezîrê Derve yê wî
welatî Hakan Fîdan re civiya û li ser çend mijarên girîng ên hevbeş nêrînên xwe
parve kirin.
Di civîna ku îro roja
Înê (3/7/2026) li Enqerê paytexta Tirkiyê pêk hat de, pêşketinên dawî yên
pêvajoya aştiyê li wî welatî hatin gotûbêjkirin, Qubad Talebanî piştgiriya
Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo serkeftina pêvajoyê
ji nû ve piştrast kir, her weha kêfxweşiya xwe jî anî ziman ku dema dibîne
aliyên peywendîdar yê wî welatî rijdin li ser pêşveçûn û serkeftina pêvajoyê.
Qubad Talebanî
pêvajoya aştiyê wekî pêvajoyek dîrokî û girîng ji bo Tirkiye û herêmê bi nav
kir û ragihand: Bi baweriyek û hêviyek mezin li benda pêşketina pêvajoyê ne û
Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo serkeftina vê
pêvajoyê amade ne ji bo her cûre alîkariyê.
Her weha Qubad
Talebanî hêvî jî xwest ku ev qonaxa nû
bibe sedema alugora şandeyên karsazan, veberhênanê, danûstandina şandeyên
akademîk û çandî û zêdebûna geştiyaran di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê
bi giştî û parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî de.
Mijareke din a civînê her
wiha li ser pêşketinên dawî yên li herêmê, bi taybetî şer û nakokiyên di
navbera Amerîka û Îranê de jî gotûbêj hatin kirin, Cîgirê Serokwezîr tekezî li
ser helwesta neguhêr a Herêma Kurdistanê kir û ragihand: Herêma Kurdistanê ne
tenê dê nebe beşek ji nakokî û aloziyan, lê dê bi hevkarên xwe re ji bo
parastina aştî û aramiya herêmê bixebite.
Di beşek din a civînê
de, rewşa siyasî û navxweyî ya Herêma Kurdistanê û mijara astengiyên li pêşiya
avakirina hikûmeta nû hatin giftûgo kirin û di vê derbarê de jî QubadTalebanî
got: Rewşek nû li deverê, Iraq û Herêma
Kurdistanê derketiye holê û divê alî hewl bidin ku di zûtirîn dem de hikûmetek
nû ava bikin. Tekez jî kir ku YNK amade ye ku hikûmetek li ser bingeha hevbeşiyek
rasteqîne ku bê cudahî xizmeta gelê Kurdistanê bike ava bibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

