Şoreş Îsmaîl tekezî li ser berdewamiya reformên hêzên Pêşmerge dike
Kurdistan 05:56 PM - 2026-06-29
Ragihandina Wezareta Pêşmerge
Wezîrê Pêşmerge û Şêwirmendê Bilind ê Brîtanî
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl
îro 29/6/2026`an pêşwaziya Şêwirmendê Leşkerî yê Bilind ê Brîtanyayê Kolonel (John
Stone) kir.
Di hevdîtinê de, Wezîrê Pêşmerge û Şêwirmendê Bilind yê
leşkerî yê Birîtanyayê li ser çend mijarên girîng ên di navbera Wezareta
Pêşmerge û tîma şêwirmendiya Brîtanî de giftûgo kirin.
Wezîrê Pêşmerge ragihand: Em tekezî li ser pêşveçûna bêtir a
hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û zêdekirina şiyanên leşkerî û serxistina
pêvajoya reformên leşkerî di Wezareta Pêşmerge de bi armanca avakirina artêşeke
neteweyî ya Kurdistanî dikin.
Ji aliyê xwe ve Kolonel (John Stone) piştgiriya welatê xwe
ji bo Wezareta Pêşmerge dubare kir û got: Em ê berdewam bin bi hevrêzkirin û
berdewamiya peywendiyên xwe bi Wezareta Pêşmerge re.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

