Li Îraqê çend berpirs bi tohmeta gendeliyê hatin girtin
Êraq 09:25 AM - 2026-06-28
PUKMEDIA
Hêzên Ewlehiyê li navçeya kesk
Îşev li Bexdayê hêzên ewlehiyê ji bo paqijkirina Îraqê ji
berpirsên gendeliyê hatin belavkirin û çendîn berpirsên hikûmetê û parlamenter
bi tohmeta tevlêbûna di gendeliya darayî û îdarî de hatine girtin.
Li gorî agahiyên çend çavkaniyên Îraqî, îşev hêzên dijî
terora Îraqê operasyonek ji bo girtina gendelakaran encam dane, ku di nav wan
de berpirsên hikûmetê û hejmarek parlamenter hene.
Çavkanî amaje bi wê dikin, hêzên ewlehiyê bi fermana Elî
Zeydî serokwezîrê Îraqê çûne navçeya Kesk a Bexdayê û navçeyê bi tevahî
girtine, ku cihê rûniştina parlamenter û berpirsên bilind ên Îraqê ye.
Hevdem di agahiyan de navê çend berpirsan hatiye li ser
bingeha fermana girtinê ya dadwerî ya peywendîdar bi dosyayên gendeliya darayî
û îdarî, ku endamên Encûmena Nûneran jî di nav wan de ne û operasyona ev şev
wek qonaxa yekem a girtinan tê binavkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

