Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27
En Son Dakika ya Turkî
Dîmenek ji bajarê li bin erdê li Turkiye
Bajarê bin erdê yê Derinkuyu li Kapadokyayê, bi
avahiya xwe ya 18 qatî ku heta kûrahiya 85 metreyan dadikeve, yek ji wargehên
kevnar yên herî balkêş yên cîhanê ye,hatiye eşkerekirin ku bajarê ku bi hezaran
sal berê hatiye dirust kirin, dikaribû di heman demê de bi qasî 20 hezar kesan
bicîh bike.
Bajarê Binerdê yê Derinkuyu bi mezinahiya xwe û
taybetmendiyên xwe yên endezyariyê mêvanan matmayî dike,ev avahî, bi kûrahiya
nêzîkî 85 metreyan û dirêjbûna xwe heta 18 qatan, wekî yek ji mezintirîn
bajarên binê erdê yên cîhanê tê hejmartin.
Çîrokeke balkêş di sala 1963.an de dest pê kir
Zilamekî ku jêrzemîna mala xwe nûjen dikir, li pişt
dîwarekî ku wî hilweşand, riyeke veşartî dît.
Ew bajar cihê jiyanê ji bo 20 hezar kesan e
Li gorî lêkolînan, Derinkuyu ne tenê stargehek bû
ku mirov lê xwe vedişartin.
Bajar ji metbex, deverên hilberîna Şerab û Zeytûnê,
deverên hilanîna xwarinê, cihên perestyê, dersxane û sîstemên hewakirinê pêk
dihat.
Sîstema hewakirinê ya pêşketî ye
Ji bo domandina jiyanê di bin erdê de, çareseriyên
endezyariyê yên pir pêşkeftî, li gorî mercên wê demê, hatine bikar anîn.
Şaneya hewakirinê, ku bi qasî 55 metreyan dirêj bû,
wekî bîreke avê jî xizmet dikir,ev yek misoger dikir ku bajar di dema
dorpêçkirinê de jî dikare hewaya teze û avê bistîne.
Bajar ji bo parastina ji êrîşan hatiye çêkirin.
Dîroknas bawer dikin ku bingehên bajarê bin erdê
cara yekem di sedsalên 8-7an berî zayînê de hatine danîn, û paşê ew hatiye
berfirehkirin û wekî penagehek, bi taybetî di serdema Bîzansê de, di dema
êrîşên Ereban de hatiye bikar anîn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

