Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
Cîhan 12:29 PM - 2026-06-27
Medya
Êrîşên nû yên Amerîka û Îranê
Artêşa Amerîkayê di bersiva êrîşa li ser keştiyeke bazirganî
li Tengava Hurmizê de çend cihek li Îranê kirin armanc, Îran jî gefan dixwe ku
wê bi tundî bersîva êrîşan bidin.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê
de ragihand ku hêzên wan di bersiva êrîşa roja Pêncşemê ya li ser keştiyeke
bazirganî li Tengava Hurmizê de êrîşî Îranê kirine.
CENTCOMê got ku balafirên şer ên wan li peravên Îranê embarên
mûşek, dron û radarê hedef girtine.
Di heman demê de ajansa Îrna li ser zimanê Supaya Pasdaran
belav kiriye ku, hêzên deryayî yên Îranê di bersiva êrîşên Amerîkayê yên li ser
avên Îranê de çend pêgehên Amerîkayê li herêmê hedef girtine,
Di daxuyaniyekê de, Supaya Pasdaran hişyarî da ku Îran dê
bersivek tundtir bide ger Amerîka êrîşên nû bike.
Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran îro danê sibehê ragihandiye;
Li gorî xala 5emîn a peymana Îslamabadê, Îran berpirsiyarê rêvebirina Tengava
Hurmizê ye.
Ji aliyekî din ve Amerîka gefên nû li Îranê dixwe û Cîgirê
Serokê Amerîkayê JD Vance hişyarî da Îranê ku dê bi tundiyê bersivê bidin
tundûtûjiyê û eger pirsgirêkek li ser peymanê hebe dikarin peywendiyê bi me re
bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

