Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
Êraq 11:56 AM - 2026-06-27
AI
Projeyeke nîştecîbûnê
Wezareta Avadankirin û Nîştecîkirinê ya Îraqê hewl dide
krîza nîştecîbûnê heta sala 2030an çareser bike. Berdevkekê wezaretê jî dibêje:
Em dixwazin di nav çar salên bê de milyonek yekeyên nîştecîbûnê ava bikin.
Berdevkê Wezareta Avadankirin û Nîştecîkirinê ya Îraqê Nebîl
Sefar got: Plana nû nexşerêyek berfireh e ku bi alîkariya rêxistinên
navneteweyî hatiye amadekirin, ku ronahiyê dixe ser dabînkirina darayî û pere
dayîna bi deyîn ji bo pêşxistina binesaziyê û dabînkirina keresteyên wê da ku
ji sedî 50ê krîza nîştecihbûnê ta sala 2030`an çareser bikin.
Li gorî hejmarên herî dawî yên serjimêriya giştî ya şêniyan,
hin deverên Iraqê ji ber kêmbûna yekîneyên nîştecihbûnê (xanîyan) zehmetiyan
dikişînin ku di navbera 2,300,000 heta 2,400,000 malbatî ne.
Berdevkê wezaretê tekez dike ku, dikarin van kêmasiyan di
nav çar salên bê de bi berdewamiya avakirina bajarên nû û piştgirêdana bi
sîstema avakirina cihên nîştecihbûnê bighînin nîvî. Her weha serokwezîrê nû yê
Îraqê plan dike ku ji bo welatiyan milyonek yekîneyên nîştecihbûnê ava bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

