Dahata heftiya borî ya Silêmaniyê nêzîkî 8 Milyar Dînar bû

Kurdistan 09:35 AM - 2026-06-26
Şefafiyet PUKMEDIA

Şefafiyet

Şefafiyet

Dahata Silêmaniyê ji 20ê Hezîrana 2026an heta 26ê Hezîrana 2026an 7 milyar û 827 milyon û 382 hezar û 430 dînar bû.

Malpera şefafiyetê ji bo çavdêrîkirin û rêxistinkirina dahatên nepetrolê yên Silêmanî, Helebce û herdu rêveberiyên Raperîn û Germiyanê, dahata hefteyekê ragihand 7 milyar û 827 milyon û 382 hezar û 430 dînar, %86ê dahatê bi pere û %14 jî bi çek e.

Roja 15ê Kanûna 2022an de, piştî 30 salan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser destê Qubad Talebanî de bû xwediyê projeya şefafiyet ya dahat û xerciyan.

Niha hûn dikarin rojane hemû dahatên nepetrolî yên parêzgehên Silêmanî û Helebce û herdu rêveberiyên serbixwe yên Germiyan û Raperînê ji malpera şefafiyetê bizan in.

Li gorî amarên herî dawî yên malpera şefafiyetê www.shafafiat.com , biryare dahata van cihan her rojê were weşandin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike