Trump razîbûna Îranê ji bo pişkinîna atomî radigihîne û Tehran jî red dike
Cîhan 04:41 PM - 2026-06-23
BBC
Ala Amerîka û Îranê
Di navbera daxuyaniyên Trump û Îranê yên li ser pişkinîna binesaziya atomî
de nakokî heye û Trump dibêje: Îran razîbûna xwe ji bo vekolînê nîşan daye, Îran
jî dibêje ku ew ê destûrê nede ajansa navneteweyî ya wizeya atomî ku vekolîne di
binesaziya atomiyê de bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya malpera (Truth Sosyal) ragihand
ku, Îran bi tevahî piştgiriyê dide asta herî bilind a pişkinînên atomî, û amaje
bi wê yekê jî kiriye ku danûstandinên bi Tehranê re baş birêve diçin û bêyî vê
razîbûnê, dê tu danûstandinên din çê nedibûn.
Trump got jî: Pereyê Îranê dê di bin kontrola Washingtonê de be û dê
tenê ji bo kirîna xwarin û pêdiviyên bijîşkî ji Amerîkayê were bikar anîn.
Di vê navberê de, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ew daxuyanî
red kirin û got ku welatê wî dê nehêle Ajansa Navneteweyî ya wizeya Atomî binesaziyên
atomî yên ku berê ji hêla Amerîka û Îsraîlê ve hatine bombebaran kirin
vekolîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

