SOMO: Hinardekirina petrola Kerkukê gihîştiye heft milyon bermîl

Êraq 03:54 PM - 2026-06-23
Rêvebirê Kompaniya SOMO Ragihandina Kompaniyê

Rêvebirê Kompaniya SOMO

Kerkûk

Kompaniya SOMO ragihand; ku hinardekirina petrola Kerkukê ji 4 milyon bermîlan di mehekê de gihîştiye nêzîkî 7 milyon bermîlan.

Rêvebirê Giştî yê kompaniya bi bazarkirina Petrolê ya Îraqê (SOMO) Elî Nîzar ragihandiye: Tevî krîza Tengava Hurmizê, Îraqê kariye rojane 444 hezar bermîl petrol bi rêya bendera başûr hinarde bike.

Her weha tekez kiriye ku Îraq di bi bazarkirina hin berhemên petrolê û madeya kibrîtê de bi rêya Sûriye û Urdunê, ku dahatên wan ji asta berî krîzê derbas bûne, serkeftî bûye.

Aşkere jî kiriye ku piştî rizamendiya Encumena Wezîran a Îraqê peymanek bi Sûriyeyê re heye ku dê destûrê bide avakirina boriyek petrola xav ji wî welatî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket