Wezîrê Xwendina Bilind: Divê bîngeha serbixweyiya zanîngehan biafirînin

Kurdistan 05:58 PM - 2026-06-22
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Ragihandina Wezaretê

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî

Herêma Kurdistanê

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî di merasîmekê de bawernameyên rêzgirtinê pêşkêşî 51 mamostayên zanîngehan kir li hemberî bi destxistina dahênanên zanistî û projeyên afirandinê û ew ji bo lêkolînên zêdetir handan.

Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Aram Mihemed Qadir di merasîmê de axivî û got: Divê em bîngeha serbixweyiya zanîngehan biafirînin, ji ber ku eger zanîngeh serbixwe bibin wê zemîna dahênanên zêdetir werin biafirînin.

Dr. Aram Mihemed Qadir got jî: Cihê şanaziyê ye ku ji 51 pakêtên dahênanê, 25 proje li saziyên navneteweyî hatine tomar kirin, hinên din jî li nava welat û Wezareta Plandananê ya Hikûmeta Federal hatine tomar kirin.

Wezîrê Xwendina Bilind tekez kir ku divê em hemî ber bi serxwebûna zanîngehan ve gavan bavêjin, û eger zanîngeh serbixwe bin, azadiya akademîk û afirandin dê zêde be, ji ber vê yekê me ji bo çêkirina nexşerêyek ji bo serxwebûna zanîngehê kar kiriye da ku çarçoveya yasayî, îdarî û darayî ya pêwîst peyda bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Aram Mihemed Qadir bang li civaka akademîk, rewşenbîr, civaka sivîl, saziyên hevkar û her weha di asta siyasî de kir, ku hemû amadekarî û binesazî ji bo serxwebûna zanîngehan amade bikin û taybetmendiyên çandî yê xwe li ber çavan bigirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike