Festîvala zarokan ya şanoyê li Kobanê bi rêve diçe

Kurdistan 04:17 PM - 2026-06-21
Dîmenek ji Festîvala Şano ya zarokên Kobanê Medya

Dîmenek ji Festîvala Şano ya zarokên Kobanê

Rojavayê Kurdistanê

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, bi hevkariya baxçeyên zarokan Festîvala Zarokan ya Şanoyê bi rêve diçe.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li Kobanê, Festîvala Zarokan ya Şanoyê di dewreya xwe ya yekem de tê lidarxistin û armanca wê piştgirîkirina çand, huner û zimanê Kurdî di nav zarokan de ye.

Di festîvalê de,çar komên şanoyê beşdarî çalakiyan dibin û bi pêşkêşkirina gelek şanoyên cihêreng, huner û afirîneriya xwe nîşan didin.

Rêxistvanên festîvalê gotin ku mijara sereke ya îsal parastin û sepandina çand û zimanê Kurdî ye, da ku di Sûriye ya pêşerojê de cihê xwe yê bingehîn biparêze û zêdetir pêşve biçe.

Ev yek di demekê de ye ku, ev festîval wekî yekemîn festîvala zarokan ya şanoyê li Kobaniyê tê hejmartin û hêvî heye ku di salên pêş de ev yek bibe platformek girîng ji bo pêşxistina şanoya zarokan û piştgirîkirina jêhatîbûnên hunerî yên nifşên nû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Dîmenek erdhejê

Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 Li Penama erdhejek bi hêz rû da

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket