Sebah Numan: Dosyaya nehiştina çekan mijareke hebûnî ye
Êraq 09:23 PM - 2026-06-20
Rupela Fermî yê Sebah Numan
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar a Îraqê Sebah Numan
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar a Îraqê Sebah Numan
tekez kir ku, dosyaya yekalîkirina çekan di destê dewletê de, û jihevxistina her
tevgereka çekdarî li derveyî çarçoveya yasayî ne, mijareke hebûnî ye ku nayê
qebûlkirinê.
Di hevpeyvînekê de li gel ajansa nûçeyan a Îraqî ya fermi re
Sebah Numan axivî ûgot: Divê her kes fêm bike ku dewleta Iraqê bi saziyên xwe
yên leşkerî û ewlehiyê qonaxa berê bi temamî derbas kiriye û ketiye qonaxa stratejîk
û sepandina serweriya dewletê.
Numan berdewam jî kir û got: Helwesta hikûmetê li vir hişk e
û ti şîroveyek nagire; ew di dosyeya kontrola çekan ji aliyê dewletê û
jihevxistina her tevgereke çekdarî li devereke welat di bin çavdêriya fermandariya
leşkerî ya hevbeş deye, mijarek serweriya hebûnî û sabît e ku danûstandin li
ser nayê kirin di bin tu şert û mercan de.
Tekez jîkir ku; serdema çareseriyên li ser hesabê hêza
dewletê bêvegere, yasa ji bo hemî aliyan bê cudahî û dive hemû alî pêve pabend bin, û kî xwe li jor yasayê bibîne
, dê hêza dewletê lihember xwe bibîne.
Di dawiyaaxaftina xwe de Sebah Numan got: Qonaxek nû bi navê yekalîkirinê hatiye damezrandin
û em rê ji tu tevliheviyan re û ala
yasaya Îraqê wê her bilind be û dengê dewletê were bihîstin û her bihêz be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

