Îro 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberane
Kurdistan 01:18 PM - 2026-06-20
Taybet
Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê
Bi boneya 20ê hezîranê
Roja Cîhanî ya Penaberan, Encumena Penaberên Kurdên Rojava- Sûriyê daxuyaniyek
weşandiye û ragihandiye: Bîranîna bi mîlyonan kesên ku ji ber şer û stemkariyê
ji mal û welatê xwe dûrketine. Penaber ne tawanbare, penaber qurbanî ye.
Her weha Encumena Penaberên
Kurdên Rojava- Sûriyê bi vê boneyê bang kiriye û dibêje: Werin em ji bo cîhanek
bê şer, bê penaber destên xwe bidin hev.
Eve jî naveroka peyamê
ye:
"Bîranîna bi mîlyonan kesên ku ji ber şer û stemkariyê
ji mal û welatê xwe dûrketine. Penaber ne tawanbare, penaber qurbanî ye.
Werin em ji bo cîhanek
bê şer, bê penaber destên xwe bidin hev.
Di sala 2000an de,
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku 20ê Hezîranê wekî Roja Penaberan
a Cîhanê di salvegera pêncî saliya Peymana Cenevreyê ya 1951an a li ser Mafên
Penaberan de raghîne. Her weha piştre di sala 2001`an her sal roja 20/6 wek
Roja Cîhanî ya Penaberan bi fermi pesend kir û ji bo raya giştî ragihand. Peymana
Cenevreyê ya li ser Mafên Penaberan belgeyeke yasayî ye ku ji hêla 144 welatan
ve hatiye îmzekirin.
Bi vê boneyê, em wekî Encumena
Penaberan a Kurdên Rojava-Sûriyê daxwazê li Komîserê Bilind ê Penaberan ê
Neteweyên Yekbûyî û hemî aliyên peywendîdar li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin
ku rewşa penaberên Sûrî li Iraq û Herêma Kurdistanê, ku hejmara wan ji 350
hezar kesan zêdetir e, lêkolîn bikin. Tenê li Herêma Kurdistanê, mêvandariya ji
250 penaberên Sûrî zêdetir dikin, ku piraniya wan Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê
ne.
Em pêşniyar dikin ku bi armanca bicihkirina wan li welatekî sêyemîn,
alîkarî ji wan re were kirin, bi taybetî ji nexweşan û kesên ku qeyda wan a
fermî tune ye (Mektumî El-Qeyd).
Roja wan kesên ku
hêviyên xwe qutnekirine pîroz be."
Encumena Penaberên
Kurdên Rojava – Sûriyê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

