Wezîrê Navxwe yê Pakistanê ji bo danûstandinan sardana Tehranê dike
Cîhan 12:17 PM - 2026-06-20
Ajans
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê
Wezîrê Navxwe yê
Pakistanê ji bo gotûbêjkirina pêşketinên herêmî û navneteweyî û hevdîtinên
aştiyê di navbera Amerîka û Îranê de ber bi Tehranê birêket.
Li gorî rapora ajansa IRNAyê,
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Muhsin Nequyî dê bi rayedarên Îranî re bicive da ku behsa
pêwendiyên navbera herdu welatan bikin.
Wezîrê Pakistanî dê
pêşketinên dawî yên di hevdîtinên Amerîka û Îranê de û mijarên ewlehiya herêmî
jî gotûbêj bike.
Serdana wezîrê navxwe
yê Pakistanê piştî wê yekê tê ku Amerîka û Îran lihevkirinek aştiyê îmze kirin,
ku biryar bû roja Înê 19/6/2026 li Swîsreyê bihata kirin, lê ji ber ne
temamkirina rêkaran lihevkirina dawî hate paşxistin.
Hêjayî gotinê ye ku
hewlên aştiyê di navbera Amerîka û Îranê de li 11/4/2026an bi navbeynkariya
Pakistanê destpê kirin û piştî çendîn şikestin li dawiyê gihêştine rêkeftina
dawî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

