Hinardekirina petrola Îraqê bi riya Tirkiyeyê tê ragirtin
Kurdistan 05:33 PM - 2026-06-17
Ajans
Zeviyên petrolê yên Îraqê
Tirkiyê red
dike ku peymana xwe ya boriya petrolê ya bi Îraqê re ji bo salek din dirêj bike,Pisporekî petrolê dibêje:Îraq û
Herêma Kurdistanê dê meha bê hinardekirina petrolê bi riya Tirkiyeyê
rawestînin.
Dr.Behcet Ehmed,
pisporê petrol û wuzeyê, ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK) PUKMEDIA re ragihand ku, Hikûmeta
Tirkiyeyê di bin şert û mercên heyî de red kir ku peymana boriya petrolê ya
Iraq-Tirkiyeyê ji bo salek din dirêj bike, Hikûmeta Tirkiyê red kir ku di bin mercên heyî de peymana
boriya petrolê ya Îraq-Tirkiye ji bo salek din dirêj bike.
Wî her wiha
got:Hinardekirina petrolê ji Îraq û Herêma Kurdistanê bi riya Tirkiyeyê dê ji
dawiya Tîrmehê pê ve were rawestandin.
Ev yek jî di
demekê de ye ku; Îraqê
ji ber rageşiyê û êrîşên Amerîka û Îsraîl yên li ser Îranê, hinardekirina
petrolê ji Tengava Hurmuz rawestand û pêştir Wezareta Petrolê ya Îraqê ji nû ve
dest bi hinardekirina petrolê bo cîhanê bi riya vê boriyê kir..
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

