Ji ber derza li Afrîka parzemîn dibe du parçe
Cîhan 03:47 PM - 2026-06-17
PUKMEDIA
En Son Haber
Zanyaran ragihandin ku parzemîna Afrîkayê ji ya ku tê
çaverêkirin pir zûtir ji hev di qete,derza mezin ya 56 kîlometre dirêj, ku cara
yekem di sala 2005an de li Etiyopya derket holê, bi lez berfireh dibe.
Li gorî zanyaran, lerizînek mîna lêdana dil ku
ji kûrahiya binê rûyê erdê li peravên Etiyopya derdikeve, hêdî hêdî parzemîna
Afrîkayê dike du parçe.
Ev pêvajo dê di dawiyê de okyanûsek biafirîne ku dê ji
şeş welatên Afrîkî re xetên peravê yên nû peyda bike,lê ev guhertin dê bi
mîlyonan salan bidome.
Tîmeke lêkolînê ya navneteweyî, bi serokatiya
jeozanistvanên ji Zanîngeha Southampton, hilkişînên rîtmîk yên kevirên manto
yên heliyayî ji kûrahiya Erdê tesbît kirine.
Ev kevirên germ ji binî Afrîkayê derdikevin ser rûyê
erdê, hêdî hêdî parzemînê ji hev diqetînin, û ji herêma Afar ya Etiyopya dest
pê dikin.
Herêma Afar yek ji wan cihên kêm e li ser erdê ku sê şikestinên
tektonîk li hev dicivin,geliyê çiya Sereke yê Etiyopya, Şeqama Deryaya Sor, û
Şeqama Kendava Adenê zanyar berê hizir dikin ku tabloyên Afrîkayê tenê ji hev
vediqetin,lê, lêkolînek ku di Gulanê de hate weşandin destnîşan kir ku çalakiya
Volkanîk ya bin erdê ya dijwar dibe ku li pişt vê veqetandinê be.
Lêkolîneke nû vê pêvajoyê bi hûrgiliyên pir mezintir
rave dike,li gorî lêkolîna ku di kovara zanistî ya Nature Geoscience de hatiye
weşandin, mantoya li binê Afarê ne statîk e ew mîna dil lêdide, û ev lêdan bi
berdewamî fişarê li ser plakaya tektîkî ya li jorê wê dikin.
Di dawiyê de, ev fişar dê bibe sedema şikestina
plakayê, ku bibe sedema parçebûna parzemînê û çêbûna okyanûsek nû.
Lêkolîneran ji herêma Afar û li seranserê Geliyê Riftê
yê Sereke yê Etiyopya zêdetirî 130 nimûneyên kevirên Volkanîk berhev kirin û
avahiya jeolojîk ya kûr eşkere kirin.
Sîstema Rifta Rojhilatê Afrîkayê (EARS) mezintirîn
sîstema rifta parzemînî ya çalak ya cîhanê ye, ku li ser rûberekî bi qasî 3
hezar û 500 kîlometreyan li seranserî parzemîna Afrîkayê dirêj dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

