Sûriyê mûçeyan dide malbatên şehîd û kêmendamên HSDê
Kurdistan 10:03 AM - 2026-06-16
Nêrîna Azad
Alên HSD û Hikûmeta Sûriyê
Di demekê de
ku pêvajoya entegrekirina di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û hikûmeta
Şamê de berdewame,berpirsekî paye bilind yê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ragihand
ku Wezareta Parastinê ya Sûriyê dê mûçe û xizmetên cûr be cûr yên civakî bide
malbatên şehîd û kêmendaman yên HSDê.
Her weha wî berpirsê
paye bilind yê (HSD) diyar kir ku nêzîkî 8 hezar şervan hîna ne hatine
entegrekirin di nava ti saziyeke leşkerî yan ewlehiyê, û danûstandin li ser vê
mijarê hîna jî berdewam in.
Wî berpirsî aşkere
kir ku di çarçoveya damezrandina Firqeya 60.emîn ya Artêşa Sûriyê de, sê lîwayên
HSDê li baregehên li ser lihevkirinekê li Hesekê, Qamîşlo û Dêrikê hatine
bicihkirin û got:Endamên lîwayê dê hêdî hêdî li akademiyeke leşkerî li
gundewarê Şamê perwerdeyê bibînin,di heman demê de ku fermandarên lîwa û
yekîneyan dê li Kolêja Şer ya li parêzgeha Humsê perwerdeyê bibînin.
Derbarê
hejmara şervanan, jî diyar kir ku piştî bûyerên dawî, hejmara mayî yên şervanên
HSDê 20 hezar in, û dabeşkirina wan bi vî awayî aşkere kir:
*Çar hezar şervan:Tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û dezgehên
bicîhanîna qanûnê bûn.
* Pênc hezar şervan:Tevlî sê lîwayên nû hatine damezrandin bûn.
*Nêzîkî hezar ciwanên Efrînî digel malbatên xwe vegeriyane bajarê xwe.
*Du hezar ciwanên ji Efrîne li bendê ne ku bi awayekî hevrêz vegerin û
li wir bibin beşek ji yekîneyeke leşkerî.
Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku,hîna 8 hezar şervanên HSDê hene ku hîna
ne hatine entegrekirin di nava ti saziyeke leşkerî yan ewlehiyê de, lewma hîna
gotûbêj û danûstandin berdewam in ji bo dîtina çareseriyek ji bo wan û ji nû ve
bicîhkirina wan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

