Li Swîsreyê rêkeftineke Îran û Amerîkayê tê îmzekirin
Cîhan 10:24 AM - 2026-06-15
PUKMEDIA
Rêkeftina Îran û Amerîka
Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê duh Yekşem 14ê Hezîrana
2026an, ragihandin ku wan lihevkirinek ji bo bidawîkirina şerê di navbera her
du welatan de, rakirina dorpêçên ku Amerîkayê li ser Îranê ferz kirine û
vekirina Tengava Hormizê pêk anîne. Biryar e ku peyman roja Înê, 19ê Hezîranê
li Cinêfê Swîsreyê were îmzekirin.
Di wê batrê de serokê
Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya ragihandina peymana di navbera Amerîkayê
û Îranê de kir, û hêviya xwe anî ziman ku ev gav dê bibe alîkar ji bo
xurtkirina ewlehî, aramî û serfiraziyê li ser asta herêmî.
Nêçîrvan Barzanî di postek li ser hesabê xwe yê fermî yê X
de got: Ez pêşwaziya peymana di navbera Amerîkayê û Îranê de dikim, û got ez hêvî
dikim ku hemî alî bi niyetek baş ji bo pêkanîna tevahî ya peymanê bixebitin, bi
armanca xurtkirina aramî, ewlehî û serfiraziyê li herêmê.
Wî her wiha spasiya
xwe ji bo hemû aliyên ku beşdarî hêsankirin û misogerkirina serkeftina vê
rêkeftinê bûne, anî ziman û got, Ez spasiya xwe ya dilsoz ji bo hemû kesên ku
di hêsankirin û piştgiriya vê destkeftiyê de rol lîstine, pêşkêş dikim.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Entoniyo Gutrês got, Em
pêşwaziya daxuyaniya ku Amerîka û Îran gihîştine rêkeftineke aştiyê dikin ku
agirbesteke tavilê û mayînde jî di nav de ye, dikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
08:10 PM - 2026-10-09
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

