Trump: Peymana Îranê dê sibê were îmzekirin û Hormiz dê vekirî be
Cîhan 08:37 PM - 2026-06-13
Ajans
Donald Trump Serokê Amerîkayê
Serokê
Amerîkayê Donald Trump roja Şemiyê got: Biryare Amerîka sibe roja Yekşemê bi
Îranê re peymanek îmze bike.
Trump li ser
hesabê xwe yê Truth Social nivîsand û got: Peyman dê sibê were îmzekirin, û di
cih de piştî îmzekirinê, Tengava Hormizê dê ji bo her hemûyan vekirî be.
Serokê
Amerîkayê zêde kir: Em hêvî dikin ku ev pêvajo zû, bi hêsanî û bi rêkûpêk biçe.
Ger ne wisa be, alternatîfa me ya dawîn heye.
Trump wiha
domand: Di demek guncaw de, dema ku tişt aram bibin, emê biçin û toza etomê
bidest bixin.
Derbarê
Îranê de jî, serokê Amerîkayê axivî û got: Bi rastî, ew êdî çekên nukleerî
naxwazin, û ew ê nebin xwedî wî çekî, çi bi kirînê be an pêşxistinê, an jî bi
her şêweyek din a bidestxistinê.
Tekez jî kir
ku peywendiya Washington bi Tehranê re cûda ye û ji ya rêveberiyên berê pir
çêtir e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

