Deriyê sinorî ya navbera Qamişlo û Nisêbînê dê bê vekirin
Kurdistan 09:12 PM - 2026-06-12
ANHA
Deriyê Sinorî ya Qamişlo û Nisêbînê
Biryare heftiya bê deriyê sînorî yê di navbera bajarê
Qamişlo û bajarê Nisêbînê ya bakûrê Kurdistanê
hefteya bê were vekirin.
Li gorî ajansa Hawar newsê, deriyê sînorî yê di
navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de yê li bajarê Qamişloyê wê hefteya bê were
vekirin.
Giringiya Deriyê Sinorî yê Qamişlo - Nisêbîn
Her weha amadekarî ji bo vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê ji
aliyê Sûriyeyê û Tirkiyeyê ve nehatine rawestandin. Ji damezrandina fermanberan
bigire heta sazkirina kamerayên çavdêriyê di nav du rojên borî de.
Deriyê sinorî ya Qamişlo- Nisêbînê ji deriyên sînorî yên
navendar li herêmê ye, di salên borî de demdemî dihat vekirin, bi taybet jî di
2016ˊan desthilatdarên Tirkiyeyê derî li pêş tevgera sivîl û bazirganiyê bi
temamî girt.
23 deriyên sinorî yên fermî Sûriyê bi welatên cîran re girê dide
Sûriye di erdnîgariya cîhanî de wek deriyek ji bo
veguhastina di navbera Rojhilat û Rojava de bi rêya 23 deriyên sînor ên fermî
cih digire ji wan 5 derî bi Iraqê re (Tenf, Bûkemal, Welîd, Til Koçer û
Sêmalka) , 10 derî bi Tirkiyeyê re (Bab El Selame, Bab El Hawa, Cerablus, Girê
Spî, Keseb, El Raî, Nisêbîn, Dirbêsiye, Hemam û Serêkaniyê), û 6 derî bi
Lubnanê re (Mesna, El Debûsiye, El
Erîde, El Cûsiye, Tilkelax û Metraba), her weha 2 derî jî bi Urdunê re
(Nesîb û El Remsa-Dara) ne, ku piraniya van deriyan vekirî ne, lê hin ji ber
sedemên cuda yên siyasî girtî ne.
Li parêzgeha Hesekê ku rûbera wê nêzîkî 23 hezar
kîlometreçargoşe ye, 2 deriyên fermî bi Tirkiyeyê re hene ku ji bakur ve li ser
sînorê wê ye Tirkiyeyê deriyên Nîsebîn û Dirbêsiye hene û 3 derî jî bi Iraqê re
li sînorê wê rojhilat û başûrê rojhilat hene, ew jî deriyên El Welîd, Til Koçer
û Sêmalka ne. Ev derî bûne xaleke girîn a dan û standina bazirganiyê li
Rojhilata Navîn.
Bazirganiya navbera Tirkiyê û Sûriyê û Îraqê geş dibe
Bazirganiya di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de di sala 2011`an
de berî ku deriyên sînor werin girtin gihaştiye nêzîkî 2 milyar dolarî. Ev
bazirganî bi giranî li 2 deriyên sereke bû; Nisêbîn û Bab El Hawa.
Her du welatan ji sala 2004`an vir ve peymaneke bazirganiya
azad hebû ku di sala 2007`an de hat pêkanîn û bû egera ku bazirganî bi qasî ji
sedî 30 zêde bibe.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Omer Polat ragihand; ewamade
ne deriyê sinorî yaNisêbînê bi Qamişlo re vekin. Her weha aşkere jî kir ku,
qebareya pevguhertina bazirganî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de di niha de
gihêştiye zêdetirî 3 milyar dolar û di çend salên bê de armancawan ewe ku
bighînin 10 milyar dolarî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

