Donald Trump serokê Amerîkayê ragihand: Êrîşên îşev li ser Îranê radwestînim
Cîhan 10:11 PM - 2026-06-11
Ajansan
Donald Trump serokê Amerîkayê
Donald Trump, Serokê Amerîkayê ragihand ku wî biryar daye ku ew êrîş û bombebaranên leşkerî yên ku biryar bû êvara îro li ser Îranê bên kirin betal bike. Ev biryar piştî wê yekê hat ku Tehran şert û bendên dawî yên peymanê ligel Amerîkayê qebûl kirin.
Trump di rûpela xwe ya taybet a li ser tora civakî ya "Truth Social" de diyar kir ku danûstandin gihîştine asta herî bilind a serokatiya Komara Îslamî û ji aliyê hemû aliyên peywendîdar ve, di nav de Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmîrat, Qeter, Tirkiye û çend welatên din, bi fermî hatine pejirandin.
Serokê Amerîkayê her weha tekez kir ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê dê berdewam bike heta ku peyman bi temamî bi cih tê, û di demeke nêzîk de dem û cihê îmzekirina peymanê dê were ragihandin.
Ev biryara Trump piştî çend demjimêran ji gefên wî hat ku tê de ragihandibû ku Amerîka dê her weha bi tundî êrîşî Îranê bike û dixwaze dest deyne ser girava petrolêya Xercê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar û Hekîm tekezî li parastina berjewendiyên bilind ên welat û welatiyan kirin
04:40 PM - 2026-11-23 -
Hunermend Elî Dawûd ji zaroktiyê ve evîndarê dengbêjiyê bûye
03:14 PM - 2026-11-23 -
Hevdîtina Niştimanî ya Kurdî Sûrî ji bo karên hevbeş hat ragihandin
02:25 PM - 2026-11-23 -
Dîdara Dadweriyê ji bo Jinan birêve diçe
11:01 AM - 2026-11-23


.webp)


.webp)
Aplîkêşin

