Peykersaza Kurd: Şaristaniya Kurdî di peykerên min de rengvedane
multimedia 04:41 PM - 2026-06-11
Kurdistanî Nwê
Peykersaza Kurd yê Rojava
Jina peykersaza
kurd ya Rojavayê Kurdistanê radighîne:"Her çend peykersazî ji bo jinan
dijwar be jî, ez dixwazim piştrast bikim ku jinên Kurd jî dikarin di hemî warên
hunerî de mîna mêrên Kurd serkeftî bin,"
Peykersaza
jin ya ji Rojavayê Kurdistanê Jiyan Ebdulrehman ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re
axiviye û gotiye: Ez yekem jinim ji Rojavayê Kurdistanê me ku di sala 1994an de
li Şamê kariye bawernameya hunerî ya peykersazîyê bi dest bixim. Ji wê demê ve,
ez bi berdewamî bi karê peykersazîya xwe mijûl im û ez beşdarî çendîn
pêşangehên peykersazîyê li Rojavayê Kurdistanê bûme. Ez çend sal in li Almanya
dijîm û ez karê xwe didomînim.
Jiyan Ebdulrehman
her wiha got jî: "Piraniya peykerên min li ser rola dîrokî ya jinên Kurd û
şaristaniya kevnar a Mezopotamiyayê ne, ku jinên Kurd di avakirina şaristaniya
Kurdî de li kêleka mêran roleke mezin lîstine. Ji bo vê armancê, min çend
peykerên kesayetên dîrokî û neteweyî yên gelê me çêkirine."
Diyar jî kir
ku: "Peykerekê min li Muzexaneya Jinan li bajarê Bonê ya Almanya hatiye
danan, û di sala 2009an de min li bajarê Lazqiye yê Sûriyeyê peykerê gula (Lale)
ji mermer çêkir û li wir hatiye danan. Her wisa di karê
xwe ya dawî de min behsa pêwendiya di navbera mirov û felsefeyê de kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09 Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
12:49 PM - 2026-10-09
Bihayê petrolê dadikeve
11:48 AM - 2026-10-09
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
10:17 AM - 2026-10-09
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
09:44 AM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Dahata Silêmanî ya hefteya borî zêdeyî 7 Milyar Dînar bû
Kurdistan 09:44 AM - 2026-10-09 -
Zeydî: Me hikûmet wergirt û qebareya deynê giştî ji 208 trîlyon dînarî zêdetir bû
Êraq 11:22 PM - 2026-10-08 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Hejmarek mamostayên Zanîngeha Silêmaniyê di nav %2ê lêkolînerên herî baş yên cîhanê de ne
Kurdistan 08:10 PM - 2026-10-09

.jpg)




Aplîkêşin

