NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
Cîhan 03:17 PM - 2026-06-10
SANA
Dîmenk ji karkirina zarokan
Rêxistina Kar
ya Navneteweyî hişyarî da li ser berdewamiya belavbûna karên zarokan li çar aliyên
cîhanê, û tekez kir ku bi mîlyonan zarok hîna jî ji mafên xwe yên perwerde,
lîstin û pêşkeftinê bê par in, û daxwaz kir ku ev diyarde wekî tiştekî neçar û
hetahetayî neyê dîtin.
Rêxistina Kar
ya Navneteweyî ku saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye, piştrast kir ku nêzîkî 138
milyon zarok li çar aliyên cîhanê hîna jî di karên zarokan zehmet de kar dikin,ku
ji wan 54 milyon di mercên metirsîdar de kar dikin, û banga zêdekirina
hewldanên navneteweyî ji bo jiholêrakirina vê diyardeyê kir.
Ev yek di
dema çalakiyek ya asta bilind de pêk hat ku li Cenevreyê di çarçoveya 114.emîn Konferansa
Kar ya Navneteweyî de, ku hevdem e digl bîranîna Roja Cîhanî ya Li Dijî Karkirina
Zarokan, bi dirûşmeya "Karta Sor li dijî karkirina zarokan ji Marakêşê
heta çalakiya rastîn" de hat lidarxistin.
Gilbert
Houngbo Rêveberê Giştî yê Rêxistina Kar ya Navneteweyî, got:Divî zaroktî demekê
ji bo fêrbûn, mezinbûn û geşbûn û lîstikê be, ne ji bo kar be,û tekez kir ku bi
mîlyonan zarok hîna jî ji mafên xwe yên bingehîn û derfetên pêşerojê bê par in.
Beşdaran gotûbêj
li ser mekanîzmayên cî bi cîkirina "Çarçoveya kar ya Merakêşê" kirin,
ku armanc dike bi riya xurtkirina yasadananê, berfirehkirina derfetên
perwerdehiya bê be ramber, dabînkirina parastina civakî û karê baş ji bo
malbatan, û çareserkirina sedemên bingehîn yên hejarî, qeyran û pevçûnan, dawî
li karê zarokan bîne.
Hongbo tekez kir ku pêşketinên ji sala 2000 an û vir ve hatine çêkirin dislemînin
ku jiholêrakirina karê zarokan gengaz e, û daxwaz kir ku ew wekî bûyereke neçarî
yah eta hetayî neyê dîtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
02:13 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
01:48 PM - 2026-10-09 -
Şanda Bakur li Qamişlo: Em dixwazin projeyên hevbeş bi Rojava re pêk bînin
03:59 PM - 2026-10-08 -
Berhemên Saziya Serok Celal Talebanî li pêşangeha Frankfurtê tên nîşandan
01:32 PM - 2026-10-08
zêdetir tamaşe bike
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
09:40 PM - 2026-10-09
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
08:59 PM - 2026-10-09
zortrin xwendraw
-
Di salvegera mirina wî de, Şêx Mehmûd El-Hefîd: Ji ragihandina serxwebûna Kurdistanê heta sirgûn û vegerê
Kurdistan 12:49 PM - 2026-10-09 -
Li Kobanê ji ber teqîna mînan 2 kes birîndar bûn
Kurdistan 09:40 PM - 2026-10-09 -
Siyamend Efrînî: Em dixwazin demek kurt hemû koçberan vegerînin
Kurdistan 10:17 AM - 2026-10-09 -
Serokkomar ji bo Nejle Îmad: Tu sembola hêvî, berxwedan û nûjeniyê ye
Cîhan 08:59 PM - 2026-10-09 -
Li Penama erdhejek bi hêz rû da
Cîhan 11:31 PM - 2026-10-09 -
Navi Pillay Xelata Nobel ya Aştiyê wergirt
Cîhan 01:48 PM - 2026-10-09 -
Mezlûm Ebdî: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî
Kurdistan 02:13 PM - 2026-10-09 -
Bihayê petrolê dadikeve
Cîhan 11:48 AM - 2026-10-09

.jpg)
.jpg)



Aplîkêşin

